guftugo legeł nefsî emmare

Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
 2 Xulek  396 Dîtin
îmşew le deryay fikir û hem xeyał
kewtime gêjawî xelasî meḧał
le awêney dił xom kird temaşa
nemzanî min kêm le xom kird ḧaşa
le pîrî û leřî serim elerzî
wicûdim bûbû be daw û derzî
le pê kewtûm muḧtac be ’esa
nefsim tazegî bo melham deba
haware le dest nefsî emmare
demkujê axir zehrî em mare
çî ma pêm nekey ey nefsî bedxû
bêzarim le to û le fermanî tû
le ’umrî ḧevde ta ḧefta sałî
le xûy pîsî to qet nebûm xałî
nethêşt carêkî bikem fikirî xwa
ne şermêkim bû, ne tozê ḧeya
ne bo xatrî xwa, ta’etêkim bû
ne bo qelbî xom, řaḧetêkim bû
ne sozê le dił, ne eşkê le çaw
ne ahê seḧer le sînem biław
nefesê ey nefis, nefes bigrewe
bo tefredanim tozê bisrewe
emewê bûkî şewqî nefsanî
sê tełaq bidem kesê neyzanî
ew bûkey ser û mał ka beynîye
xîlafî emrî ḧeq ayînîye
tełaqêkî wa batîne sîfat
řec’et řêy nebê ta bimbê necat
be hîç melayêk çak nebêtewe
be hîç westayek nedûrêtewe
eger pêm biłê biço bo meke
’eqił pêm dełê karî wa meke
emrî ew hemû xirap û xetaye
sewabe hî ’eqił řêgey xudaye
le gencî «xadîmNasnava edebî» geyştîye pîrî
le hîçî tir mexo tefre û tezwîrî