derdî bê derman
Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
2 Xulek
684 Dîtin
îmşew hawarî diłim bê şerme
le nałey semtûr kellem zor germe
nazanim diłim boçî ecoşê
bergî ’ewdałî boçî epoşê
boçî wek mecnûn wêłî herdanim
ta key ẍemzedey barî hîcranim
kujawî tîrî çe leylaye bûm
dûçarî ’eşq û çe bełaye bûm
çe agirê bû kewte derûnim
le qirçey sozî dił wa zebûnim
şerare û kiłpey agirî dûrî
sûtandî yekcar xaney sebûrî
sexte zamî dił zyatir le caran
îmşew til edem wek geztey maran
saqî were lem meyî dû sałe
bimderê camê ḧałim bê ḧałe
qezat le gyanim ey çî bû be direng
fîday pencet bim ney bêne be deng
ecoşî herkes beqed nałey xoy
enoşê herkes piř pyałey xoy
xadîm derdî ’eşq dermanî nîye
zamî nasore fewtanî nîye
mujde bê ey dił wa hat qafłey yar
şiney bay şadî, ẍem eka fîrar
nîgah ke mecnûn lew naw ẍubare
kewkebey meḧmel leylê dyare
lêłayt dayê leylê dyar bê
mecnûn sergeşte û hem bê qerar bê
beden le dûrî hêzî nemawe
quwey řeftarîş le pa nemawe
firsete bo řoḧ pêşwazî bika
le řêy ew şoxe serbazî bika
bînayîm lêłî çend sałe dûrî
be dyenî leylê dêtewe nûrî
çawim řa’exem leser řêgeyda
ta nafey meḧmel pê binê beserda
awpaşî be eşk ekem řêgey yar
ta leser řûy ew nenîşê ẍubar
«xadîmNasnava edebî» bem terze teşrîf bênê yar
yaney wêranim bika be gułzar