zewałî cwanî û hatnî pîrî
Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
2 Xulek
802 Dîtin
dirextî ’umirim çiroy bû sipî
her hêndit zanî řizî û datepî
tarî mûy sipî qasîdî merge
her kes eykate berî em berge
şikofey sipî baxî pîrîme
mîwey zanînî zor diłgîrîme
çepke gułî ẍem zar û diłgîrî
kem kem pejmûrdey pejarey pîrî
axir řoje bû beharî cwanîm
ewweł řoje bû payîzî jyanîm
henasem ełêy bay payîzane
gełay dirextî şadîm řêzane
bałay wek tîrim çemî wek kewan
řastîy hêna nîşaney neman
kem kem xemî da, pîrî be qamet
dem dem ełê hat ewa qyamet
pîrî hêzî sand le ejnom yekser
be zor řaygirtuwe milim kelley ser
saqî pabendî zincîrî pîrîm
destim damanit bike destigîrim
bom piř ke saẍîr katim direnge
xeramê bike bew bałay şenge
camî cem asa bom piř ke le mey
ba mest bim yekcar huşyarî ta key?
mestî bo pîran cwanî dûbare
bo ejnoy lerzan hêzî dubare
bimderê pey pey nemmênê hestî
ta saray meḧşer tey kem be mestî
ziringey gwêçkem emka xeberdar
hêndet nemawe to derçî le şar
pemûy ẍefłetit derbêne le gwê
bizane êste to eçî bo kwê?
mutrîb gyanekem, be pencey nazit
be deng bêne to, ’ud û hem sazit
seday cansozî ney bête goşim
le xew bêdar bê, diłî bêhoşim
karwan řoyî «xadîmNasnava edebî» bêdar be
daym dest be kar hem dił be yar be