em çend şî’re le xeyałatî derûnewe witrawe

Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
 1 Xulek  434 Dîtin
zubanî şane eka aşkar
esrarî zułfî wek sunbulî yar
nałem nagate dergey kîbrya
kwa diłêkî wa bîkem be fîda
leser bergî guł şew şewnim kewtû
we’dey ...Teksta ne aşkira xoy legeł řoj kirdû
dił řabîtey kird bo bałay cwanî
mewcî guł hênay naw û nîşanî
saye û aftab fena îmsałim
le katî cîlwey ke hate małim
’eşq û teḧemmul wek purî sîna
çend dûre biga be tûrî sîna
nawêrim şewan zor bikem hawar
neg segî xewtûy dergay bê bîdar
ta le ḧizûrî nebim şermezar
le meḧkemey ’eşq nebim tawanbar
xeyałî xałî, xałî naka dił
basî bergî guł, her eka bilbil
her kes le saray cinûn meşq ka
ḧeqyetî «xadîmNasnava edebî» daway ’eşq ka