qesîdey beharî jyan

Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
 3 Xulek  526 Dîtin
biłêm em şare deştî xetaye
bo xeta fexre bo min xetaye
saray her wekû saray meḧşere
mîzanî ḧîsab le dest dulbere
le her la sefî qed newnîhalan
esûřênewe her wek ẍezalan
wek kewî kewî destemoy yaran
her yek xawenî yek le diłdaran
şîrîn ẍezałan bała şimşałan
gerdin piř xałan xawen kemałan
yek leyla asa xawenî naze
mecnûn be dewrî xawen nyaze
şeker leb şîrîn şîrîn cemałî
ferhad megeswar xawen eḧwałî
yek wek gułî sûr pişkûtwî behar
bilbil be serya be çirîke û hawar
yek ebrokeman hem xedeng mujgan
cergî diłdaran eken be nîşan
’uzra ’uzaran zulf zennaran
pabendî diłî wamîq hezaran
guł endam asa yek perî peyker
ẍemder û ẍember, diłder û diłber
bezmaray meḧfel neş’eder be dił
’enberîn perçem, perçem leser mil
le deştî beheşt sefî ḧuryan
biław bûbûn îmřo eçûn bo seyran
minîş lew kate eçûm bo seḧra
hêzî řeftarim be yadî ’esa
lenaw ew cumle ahu nîgahî
pêşanî mahî, gêsû syahî
aşna řazî bêgane nazî
behane xwazî, behane xwazî
pirsî lêm gutî: ey mamepîre
bo kwê eçî to çî ekey lêre?
êre seyrangay guł’uzarane
êre cê bezmî xasî yarane
cê meşqî ’eşqî weḧşî ḧałane
cê şîrîn řeftar newẍezałane
dûla bûytewe çaw piř le xewî
çît lê win buwe, enwařîye zewî?
gutim gyanekem, mam be fîdat bê
umêdim waye bo min wefat bê
enwařme zewî, cwanîm win kirduwe
pîrî hatuwe cêy ewî girtuwe
minîş zemanê, diłêkim hebû
her wekû bilbil gułêkim hebû
çawim le dest û pencey saqî bû
şewan ta seḧer mestîm baqî bû
mestî çawmestan guł’uzaran bûm
bezmaray meḧfel her şewgaran bûm
gwêm řehnî dengî mutrîb û ney bû
çawîşim řehnî suraḧî û mey bû
mezaq şîrînî şekerleban bûm
şame mesrûfî bonî gułan bûm
lemsim îltîmas pencey meḧbûban
ḧewasî xemsem neykirdibû zyan
le her kwê şem’î cîlwey dyar ba
bezmî ney û mey lewê le kar ba
be dewrî şem’an min perwane bûm
bo sûtanî xom be perwane bûm
le her kwê leyla bûba mecnûn bûm
le fîtney çawî mestan meftûn bûm
bo şîrîn leban wekû kuhken
be naxûn sîney xomim heł’eken
hêzyan lê sandim ’eşq û hem pîrî
gyanî şîrînim çîye tedbîrî?
ew diłey ke bûm êsta win buwe
nazanim çî bû, lebo kwê çuwe?
me’lûm ezanim lay gułřuxane
şikim lay toye bimdewe gyane
be xende û be naz lêwî kirdewe
dûbare yeẍmay diłmî kirdewe
gutî ew diłet esîrî mine
pabendî zułfî zincîrî mine
nayetewe lat, cêgey zor xoşe
le badey wesiłim, daym serxoşe
gutim gyanekem emanetit bê
legeł ew daym ’înayetit bê
mał awa «xadîmNasnava edebî», le dił û le to
le saray meḧşer bibîn řûbeřû