beyad hênanewey nawî hêndê le şa’îre kurdekan
Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
9 Xulek
1130 Dîtin
şewê danîştibûm bê yar û bê eḧbab û hem hemdem
le kulbey ḧuznewe destim beser zanoyî derd û ẍem
le diłda fikirî ’eyş û noşî eyyamî cwanîm bû
mutalay sefḧey dîwanî me’nayî kameranîm bû
eger çî yek be yek ewraqî ’eyşî xom temaşa kird
keçî pîrî le wextêka lemaney cumle ḧaşa kird
guł û gułzarî ’eyşim bû ke têkî da xezan îmřo
sirûr û ’eyş û şadîm bû, kewa neyhêşt zeman îmřo
diłim perwane bo şem’î cemalî řûyî yaran bû
be bay pîrî kujawe şem’î min yek leḧze taban bû
lîbasî te’zyey poşî diłim ẍemnake êstake
le bê nawnîşanî şa’îranî kurde ẍemnake
kutim ey dił lebo tefrîḧî to êsta ekem basê
le badey safî şî’rî kurdekan bîxorewe tasê
le ewweł pîrî nodêhî ke me’rûfêkî me’rûfe
le ’esrî xoy ke ’ellamey zemanî xoye mewsûfe
yekê bû ḧacîbî dergahî ’îlmî îbin ḧacîb bû
’ilûmî şafîye û kafî lebo emrêkî wacîb bû
duwem kak eḧmede xeyrûl xelef qutbî zemanî bû
le ’îlmî zahîr û batîn ke meşhûrî cîhanî bû
be xalîs pêt biłêm «xalîsKes» le xêłî tałebanî bû
le te’lîmî ’ilûma gewherî bo talîbanî bû
le neslî ew «řezaKes» bû ger řeza nebû qeza bû
le şî’ir û qafyey cwanî řeza bû bê řeza bû
le sehbay ezel mestî şerabî ’eşqî canan bû
wekû şîblî û cuneyd û bayezîd û pîrî ken’an bû
fesaḧet wek kirasî bo biřabû qeddî mewzûnî
belaẍet zînetî wergirt le şî’rî řêkî mewzûnî
le şî’rî farsî û tazî le kurdî û turkî ustade
wekû şêrê le meydanî ’edû amadih îstade
yekê tir «xalîdî kurdKes»e le eş’ara wekû bilbil
eka xoy neqşibendî lewḧî «ayla alilhErebî» le sefḧey dił
bełê qutbî zemane ’alîmêkî ’amîlî ’îlme
wekû mahî nîhane fazîłêkî saḧêbî ’îlme
be tîẍî bê dirêẍî ’îlmî şam û hem ’êraqî girt
’irûcî mertebey şagirdî ew řêy newřewaqî girt
binaẍey fetiḧ le şama xalîd ewweł buwe banî
lebo te’mîrî axîr kewte destî xalîdî sanî
le mułkî şa’îrîda mistefabeg şehsiwarê bû
le îqlîmî belaẍet «kurdîKes» ye xoy namdarê bû
denałênê diłim her şew lebo «nalîKes» û qisey xoşî
ewîş lem řêgewe řoyî lîbasî ẍurbetî poşî
xet û lefiz û ’îbaratî wekû zułmate řengînî
welî awî ḧeyatî xidre bo me’nayî şîrînî
eka arayşî sefḧey fesaḧet yek îşaratî
eka alayşî metnî belaẍet hem ’îbaratî
wekû gułzar û gułşen bû ke dîm dîwanekey «salimKes»
wekû bilbil le ’etrî şî’rekanî mest û xoşḧałim
le ’eşqa meḧwe «meḧwîKes» meḧwî çawî guł’uzarêke
le meyxaney miḧebbet mestî badey çawî yarêke
fesîḧêke le wezin û hem le teşbîha meqalatî
belîẍêke le eş’ara be řemz û hem xeyałatî
suleymanî edîb û şa’îrî zore şêwey bêxûdKes
gelê huşyare emma ew le badey ’eşqî bêxûd
le xezney dił wekû meḧmûde muḧtacî eyazêke
le ’eşqa şa gedaye hem geda erbabî nazêke
mela ḧemdûnî kwêrîş şa’îrêkî cwan û şîrîn bû
seḧîfey defterî dîwanî piř me’nayî řengîn bû
ledway ew «eḧmedî fettaḧ begKes» şî’rî gelê cwane
ke şu’ley şî’rekanî her wekû xurşîdî tabane
le «tahîrbegKes» mepirse şî’rî tazî û farsî û kurdî
řefîqî her nebû wextî le teşbîh û qisey wirdî
dway ew «pîremêrdKes» çist û çalake le kurdîda
gelê bałaye eş’arî, le me’nada, le wirdîda
be eş’arî ẍeramî û ’esrî «zêwerKes» zêwerî dabû
be tûtî natîqe ewsa meger xoy şekkerî dabû
kesêkî kes bû «bêkesKes» hem le eş’ara fesîḧî bû
le meydanî belaẍetda cwanmerdî melîḧî bû
«selamKes»yiş şa’îrêkî berz û piř me’naye eş’arî
le şî’rî kurdîya wirde hemû teşbîh û efkarî
le eş’ar û řimûzî nuktezanî «řemzîKes» ustade
binaẍey qesrî dîwanî le şî’ra sext binyade
le kurdî û farsîda şa’îrêkî cwan û me’rufe
be ewsafî ḧemîde û mahîrî meşhur û mewsûfe
edîb û şa’îrêkî başe ḧuznî alî babane
seḧîfey defterî dîwanî wek baẍ û gułistane
qena’etme be qanî’ şî’rekanî zor museffaye
le řêkî û hem qisey wirdî hemû katê muheyyaye
wekû şarî silêmanî le şarî koyê zor şa’îr
le şî’rî farsî û tazî le kurdîda gelê mahîr
le ewweł ḧacî bekir aẍa bû banî mescîdî gewre
le ’îlmî ew hunermend bûn minałî giçkeyî gewre
neseb alî ḧwîzî bû texelûs qasîde meşhûr
le bexşîna wekû ḧatem le nêzîk bawya xud dûr
emîn aẍa kuřî xeyrûl xelef ew cênşênî bû
le xermanî miḧebbet qeysî ’amir xoşeçînî bû
le eş’arî teř û taze û letîfa destî ’ulya bû
be bezmî xusrewane her şewî ’eyşî muheyya bû
le cumley şa’îrana «ḧacî qadirKes» xizmekî koyî
be daẍî kurdewe terkî dyarî kird û zû řoyî
le katêka ke şînî bû quřî pêwabû bo kurdan
le cêgayê xeyałî qewmyet key bû lenaw kurdan
kelamî ew keramate qisey tefsîrî ayate
hemû eş’arî ew dyare řimûze ya ḧîkayate
ḧeqîqet layeqêtî ḧefleyekî bo biken sałê
le te’rîxî wefatîda lenaw kurdan le her małê
yekêkî tir «ḧezînîKes» bû le ’îlma ’alîm û fazîl
le eş’ar û edebyata hunermendêkî zor kamîl
duwem tîlmîzî ew bû «wa’îzîKes» zor şa’îrî ça bû
le meydanî fesaḧetda wekû seḧban muheyya bû
sêyem «menfîKes» çe şa’îr bû le kurdî û farsî û tazî
kelamî diłřifênî bû wekû me’şûq be ẍemmibazî
«fîdayîKes» şa’îrî çake hunermendêkî huşyare
felek kirdî le yar û hem dyarî koye aware
xuda ’ewnî bida «’ewnîKes» hemû eş’arekey kurdî
řifandî goy hunermendî le meydanî cwanmerdî
yekêkî tir leqeb «xakîKes» qisey xoş û beteşîre
le xakî danema şî’rî kelamî ’eynî eksîre
yekêkî tir leqeb «’asîKes» ke ew ’asî le şeytan bû
be fî’il û qewl û eş’arî mutî’î emrî řeḧman bû
mela ’ebduřeḧîmî «mewlewîKes» eş’ar hewramî
wekû eş’arekanî ḧafîzKes û se’dîKes û hem camîKes
gułistanêkî ’eşqe sefḧeyî dîwanî eş’arî
wekû guł bû le qetrey şewnimî şî’rî leser barî
le kerkûkîş bûn «řencûrîKes» û «keyfîKes» û «miḧemmedKes» naw
le şî’ra bê nezîrin kamî to eyhênîte ber çaw
edeb mîsbaḧul dîwane edîbêkî gelê cwane
le şî’ra fexrî kurdane bexoy mîrî mukiryane
mela me’rûfî kuku, şêx baba herdû me’rûfin
emane hem be ’alîm hem edîbî kurd mewsûfin
texellus «safîKes» bû mistefaye kakî hîranî
le şî’rî saf û wirdî ’alemê mebhût û ḧeyranî
«ḧesen seyfulquzatKes» û «qazî fetaḧKes» hem le sabłaẍe
le paşa «eḧmedî kořîKes»ş ciger bo şî’rî ew daẍe
«wefayîKes» şa’îrêkî cwan û kurdî şarî sabłaẍe
be sozî agirî ’eşqî ḧeqîqî cergî ew daẍe
kelamî cwanî ew şu’ley be çeşnî mahî tabane
’ulûy mertebey şî’rî le me’nada le keywane
gelê bêtûşyan wird û dirşityan şa’îrî çakin
hemûyan saḧêbî ’îlim û zekaw û fehim û îdrakin
xisûsen xoy melay bêtûşî meşhûre çe ẍeřřa bû
le nuqtey ’îlmewe sîney le her ’eybê me’eřřa bû
zekawet mebde’î şî’rî fesaḧet qewl û guftarî
belaẍet mesderî beytî teřawet lefiz û kirdarî
le neslî aẍewatî pişderî xêłî řesûl aẍa
texellûs «fanîKes»ye zor şa’îrî çake memend aẍa
’elî beg ḧacî alî kendîye zor şa’îrî çake
qisey te’rîxîye qelbî xezêney derkî îdrake
bêsaranîKes û řûdbarî xizir hem mistefa naw bûn
mela bûn herdû hem şa’îr le ’alem xawenî naw bûn
yekê mîrzaye ye’qûbe ke meşhûre le eş’ara
kelamî ḧîkmet amêze fesîḧêke le guftara
texellûs «eşkeKes»y eḧmed le be’zê şî’rî lafawe
be şî’rî kurdya ew zînet û arayşî dawe
yekê tir «canfîdaKes» bû baneyî esil û le pişderda
ḧelawet bexşe eş’arî řewacîşî be şekerda
dwanî tir ’elî nawin ḧerîrî û berdeşanî bûn
le şî’rî kurdî herdûkyan ke xawen me’anî bûn
mela sałḧ «ẍerîqîKes» bû ẍerîqî beḧrî řeḧmet bû
ḧedîqey şî’rekanî her wekû gułzarî cennet bû
yekêkî tir leqeb «narîKes» fesaḧet ’eynî eş’arî
belaẍet ’eynî guftarî ḧemîde û safe kirdarî
zebîḧîKes şêx simayl sakînî şarî şinoyî bû
hemû eş’arekanî wek gułî xoşřeng û boyî bû
gułistanêke sefḧey defterî dîwanî eş’arî
wekû mû le barîkî řimûz û fikir û guftarî
le ’esrî ḧazir û pêşû le kurda şa’îran zorin
qesîde û şî’ryan zore le ’alemda ke meşhûrin
be tî’dadî ewan nayete teḧrîr û beyan îmřo
beyanî nawyan nayete teqrîrî zuban îmřo
eger her sade nawî wan binûsim wîs’etî nabê
le sed defter be çend katib be çend sałê tewaw nabê
ewendey min ezanim sed ewende bê eser mawin
leber bê defterî ’alem lewane bêxeber mawin
benawî «xadîmNasnava edebî»y wa xom le sîlkî şa’îran nûsî
heta bo em edîbane muşeřřef bim be pabosî
leber bê ’îlmî bû êsta xîtamî hat beyanatim
ewa kotahî hat lêre hemû bas û meqalatim