mersyey wefatî mela miḧemmed efendî alî celî «reḧْmeة alilh»

Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
 5 Xulek  1120 Dîtin
felek boçî neřêjê xwên le herdû çawî giryanî
melek boçî nenałênê le sozî cergî biryanî
xelayq bo syapoşî ebed nabin le matemda
dû ’alem bo nesûtê her le cîn ta ferdî însanî
wekû yadî xezanî bê beserda baẍî şadî xelq
xiroş û coş û nałîne, le murẍanî gułistanî
le her layê denořim zemzemh û ẍewẍa û firyade
newasencin le her layê hemû bo mersye xwanî
le ahî faxîte û nałey tezre û giryeyî bilbil
be hawarin le her la sebzepoşanî gułistanî
le nałey qumrî fehmî şekweyî gerdûnî lê dekira
be lefzî «aynima ٲşiku alî alilhErebî» be e’yanî
girêbançake guł sebzeş lîbasî te’zyey poşî
beser řûy xakewe bilbil be eḧwałî perêşanî
dirextî seru û şimşad û çinar û bîd û hem ’er’er
le matem ser be ejno bûn wekû mecnûnî nałanî
suxengo sewsenî bêçarh bo şekwey le çerxî dûn
semen eygut: fiza’î ekbere bo ferdî însanî
benewşe hem lelayê tir le daxî dił enałênê
çe daẍêkî le matemda le sozî cergî biryanî
su’alim kird çi qewmawe meger meḧşer hełsitawe
yekê lem sewzepoşane cwabî dam be penhanî
«miḧimdKes» meşreb û hem xawenî xułqî ’ezîmî ew
celîzade îmamî ’alemê bo kuhî ’îrfanî
le kehfî ’îlmî eḧmed yarî ẍarî wek ebubekire
le eḧkamî ’edałetda ’umer ewweł, ewîş sanî
le temkîn û wîqara destî ’ulyay bû le ’alemda
minewwer bû le ’îlim û hem ḧeya û ḧîlmî ’usmanî
«miḧimd» bû medîney ’îlim û ’îrfan û ’elî dergey
ewîş lem dergeye me’mûre bo emrî nîgehbanî
le fennî ḧeq peristîda nebû hemtayî şe’nî ew
le ’îlmî nuktedanîda nebû kes bête hawşanî
kelamî efseḧî wabû be hem amêzşî ḧîkmet
te’ecub mawe seḧban û teḧeyîwir cem’î yonanî
le siřřî ḧîkmet û tenzîl ełê ustadî bû cîbrîl
beła fikir û teweqquf bû kelamî bo suxenřanî
le mewcî fikirya gerdûn ḧubabê bû leser awa
le ’îlmî lewḧ yek ḧerfî kitabî bû be burhanî
le sîsey seyte tefsîrî «ٲlem neşْreḧErebî» be emrî ḧeq
le ’îlma yekemîn bû ew «ebî werdî» buwe sanî
le eşkî şewnimî ẍem ’alemê teř damêne emřo
cemalî aftabî ger le meẍrîb kewte penhanî
be nadir seydî wa piř xetit û xałî kewte nawdarî
ecel ta dawî danawe leser efradî însanî
be ḧesret xwênî dił eřjê le çawî asman emřo
ke dî em gence wa xoy xiste jêr em xake penhanî
di’it «ya lîtnî kinit tiraba» misil hiza alîwimErebî
minewwer bam heta emřo be nûrî pakî yezdanî
çiraẍî dû demaẍî fexrî alî el celî bû ew
duřî durcî miruwet exterî burcî cîhan banî
sedayî «îrci’îErebî» ger bîst le mîhmanxaneyî îbda’
«abît ’ind ribîErebî»menzilî ew bû be mîwanî
řewanî tûtîy nezhetgehî fîrdewsî e’la bû
besûyî aşyanî qudis perwazî be penhanî
her ew bû warîsî ’îlmî nebî bû ger depirsî ḧeq
delîlî pêşewayan qîbley e’yanî řoḧanî
serî ẍem wa leser zanoy ẍembarî wekû ye’qûb
le kulbey ḧuzin û matemda le ḧesret mahî ken’anî
ewey sed defterî ’îlmî me’anî bû le sîneyda
muqabîl ’îlmî ew zatih wekû tîflî debustanî
diłî seyqel zedey awêneyî nûrî tecella bû
çe dił mexzûnî esrar û meqamî weḧî řebbanî
guşadey ’uqdeyî karî dû ’alem pencey ’îlmî
ḧelalî muşkîlatî ’alîm û cahîl le însanî
çiraẍî meḧfelî esḧab û mahî burcî minber bû
kilîlî gencî ḧîkmet mexzenî esrarî řeḧmanî
îmamî řehnimuma seyyaḧî mułkî ḧeqşunasî bû
nedîmî ewlya seyyaḧî deryay xudawanî
ne tenha şarî koyh bû be nûrî ’îlmî ew řewşen
seraser qaf ta qaf bû be şu’ley nûrî nûranî
yemen bû şarî gewherga seba eybird be her lada
dema dem dem demî lem nefḧeyî enfasî řeḧmanî
cemalî aftabî ger le ẍurbî hîcrî penhan bû
ewa êsta hemû dinya seraser bote zułmanî
biřêje barşî řeḧmet xudaya to beser xoyî û
beser aba û ecdadî beser eḧfad û cîranî
su’alim kird le te’rîxî wefatî wa’îzê fermûy:
«ẍerîb» bû hem «’elîm» bûHisaba Ebcedê: wişey «ẍerîb» û «’îlim» ekate 1362y koçî ke sałî mirdinekeyetî ew le darûl’îlmî řebbanî
were xadîmNasnava edebî le sehbayî teḧemmul to be şukirî ḧeq
binoşe to řewanî ke, řewanî feyzî řebbanî