mediḧ û pyahełdan beser şarî koye û danîştuwanîda

Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
 4 Xulek  522 Dîtin
ḧemdî bê ḧed hem senayî bê ’eded ta řojî dîn
layeqî zatî xuda xellaqî gêtî aferîn
barşî řeḧmet selat û hem selamî bê jimar
bo řewanî ḧezretî serdarî cem’î murselîn
bo řewanî çar yaranî řewan ke ey xuda
řeḧmetit bo al û esḧabî û hem bo tab’în
ger meded ka nazmî em sîlsîley leyl û nehare ta bikem
nezmî çend şî’rê le wesfî koyê fîrdewsî berîn
cennete boye ełên «koCih» çunkî lêy ko bûnewe
sef be sef ẍîlman le layê, hem le layê ḧorî ’eyn
menbe’î sidiq û sefa, serçaweyî ’îlim û huner
mewqî’î esḧabî zewq û me’denî erbabî dîn
wesfî ehlî koye teḧrîr û be teqrîr nakirê
nutiq û xamem ’aczin herdû hetakû řojî dîn
zor hewaxwahî ẍerîb û hem celîsî bê newan
nasrî mezlûmin û hem bo gedayanin mu’în
bo sexawet ḧatemin her yek le meydanî kerem
bo şeca’et řostemî załn leser namûs û dîn
sefşikênî ’ursey meydanî řezim û karzar
pence bazêkin le řûy hîmmet legeł çerxî berîn
lay ewan bezmî zefafe řojî meydanî neberd
lalezarêke be xwênî dujminan řûyî zemîn
yek nimûney gułşen û gułzarîye baẍî îrem
ferqî nakey to legeł gułzarî fîrdewsî berîn
her kesê em gułşeney dî piř be dem hawar eka
hizih cinat ’idin fٲdixluha xaldînErebî
bo temaşay gułşen û gułzarî her gahê eçim
lem diłey min meḧu ebê sewdayî fîrdewsî berîn
seru şimşad û sinewber ’er’er û hem narewen
sef be sef westawe her wek dulberanî nazenîn
şengebî lafî wekû bałayî dulber lê eda
boye wa serşoře daym řûy xecałet ber zemîn
’er’erîş sewdayî guł dêwaney kirduwe meger
wa be her dû pê le zincîre be zulfî yasemîn
tûtî û duřac û teyhu û kebik û bilbil neẍmego
çû be «ba» lem bezmeda endûhî ’uşşaqî ḧezîn
çehçehey bilbil seday qumrî û bangî tezrewu
xoş eçê bo goşî sukkanî supehrî heştemîn
bonî xakî ger bika bêhoşe her kes ta ebed
ba hełeřzênê le şaxî takî mîşkî bo zemîn
bo hemû tîflanî bustanî wekû murẍî çemen
şîr ebarê bo hemûyan wa le her dû memkî tîn
çende enwa’î řeyaḧîn lem kenarey cwîbar
sewsen û lale û benewşe nergisî dîde nimîn
çeşmey awî wekû serçaweyî awî ḧeyat
wa lejêr zułmatî sayey xox û zerdi’ałû û tîn
coy awî her demê carî lejêr sayey guła
qetreyî awî ’eqîqe ya wekû dûřî semîn
her demê exwa semender ẍute lem cêgayeda
her le sayey řengî guł ew buwete awî ateşîn
her seḧergahê nesîmî canfiza sirwey kedî
wa beser gułzar û baẍ û bostan û hem zemîn
řiştey sunbul perêşan ’etir efşanî deka
her wekû zulfî ’irûsan tûřřey xubanî çîn
nazî êwaranî meḧbûbanî hatuço eken
to ełêy em şareye cennet ewanîş ḧorî ’eyn
heybe sułtan û kekon û şaxî bawacî ełên
bo sefabexşî sibeynan her wekû xuldî berîn
her zemanî yadî yaran û guł û baẍî ekem
eşkî ḧesret qetre qetre dê le çawim bo zemîn
’uşret û derdî qedîmî wa legeł eḧbab û yar
dêtewe yadim egořê lêm be giryan û be şîn
tûşî derdî ẍurbetî kirdim felek bê mirwete
ger ekem yadî ’ezîzan dête so zam û birîn
min ke awarey dyar û yar û dostanim xuda
lêm bibûre ’ebdî tom û ummetî serdarî dîn
xadîmNasnava edebîêkî piř gunah û şermezarî řûyî to
fٲ’if ’inî kil zi’ib ٲnit xîr alraḧmînErebî