tezkye û pakirdinewey nefis û peşîmanî le kirdewe

Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
 3 Xulek  592 Dîtin
şewê danîştibûm bê mu’nîs û tenha be damawî
le deryayî tefekkur kewtime naw emwac û gêjawî
xeyałîş ebuwe neqqaşî le ’eksî wez’î řaburdû
le seyr û suḧbetî yaran hemûy hêname berçawî
le bezmî meclîsî şîrînleban û mutrîb û saqî
le layê fîtneyî dewran û naxoşî û taławî
le şew řoj kirdinewey bezmî miḧebbetda legeł yaran
be řûyî şahîdî mah pare û egrîcey xawî
le yaranî miḧebbetperwer û hem muxlîsî canî
lemane yek newestawe êste xoyî û şuhret û nawî
ewaney ’alî «ca» bûn êste xalî «ca» û bê cahin
hezaran qesir ebînim min be wêranî û řûxawî
felek boçî be kamî dostan carê xulê nadey?
be çep sûřanewet ta key be řastî qet nesûřawî
etoş ey nefsî bedxû ta be key her xûyî bedxût bê
emaney bom beyan kirdî hemût wa hate ber çawî
le berz û nizmî û te’mîr û wêranî û ẍîna û fuqir
qeza teẍîyrî dawin hem qeder etxate berçawî
serî řiştey emel zennarte bo kifir û ayînit
desa zû bîpsêne takû xot lem ḧałe nepsawî
le penca têpeřîwî pênc eger mabî le teqdîra
le muddêkî weha kem çon ekey ḧeyranî fewtawî
firîbî dawî ḧusin û xał û zulfî dulberî dunya
giriftarî be daney xał û dawî zulfî dawdawî
le qaqay pêkenînî ẍefłetit satê teẍaful ke
be piřmey ḧesret û giryanewe takû negryawî
xełatî tacî «kirminaErebî» xisûsî bo serî to bû
serit danê heta qabîl ebê bem tace ger pyawî
were ser fîtretî eslî le fer’î bê ’emel lade
le batîn cewherî meḧzî be zahîr xakî û awî
hewa û kîbir û xudbînî heta key? dîqqetê bigre
fena etrafî girtûyî mîsalî biłqî ser awî
leser sifrey tema’a her exoy ta piř debê wirgit
be ḧałî xot bike řeḧmê heta wek sifre nedřawî
le ayey «ma xilqit alcin walٲnisErebî» serincê de
wekû gacût û ker bo xwardin û xewtin nexułqawî
řefîqanit hemû barî seferyan best û řoyştin
leber bê twêşeyî lem qafłe û řêge becê mawî
ser û řîşt sipî bû wa ser û řîşt řeşe emřo
le mazî û ḧał û musteqbel çe ’umrêke be bednawî
were bimre lepêş mirdin be zîllet ta nemirdûyî
be narî şermezarîta bisûtê ta nesûtawî
serit bes danewêne ser fîdayî řêgey ḧeq ke
dyare karî merdane eger merdî neyan gawî
be şêx û xaneqa nageyte ewcî kîbrya hergîz
mîsalî nerdebane bo ’irûcit ’îciz û kem nawî
sicûdî bê wicûdit řiku’î bê xizû’it kwa?
le beḧrî lefiz xinkawî le me’na bê xeber mawî
be pûłê naykiřn ta’atî bê dił xadîmaNasnava edebî lêre
meger şořî miḧebbet bot bika karê heta mawî