le dił sebir û le ten taqet, le çaw eşkî řewan řoyî

Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
 2 Xulek  678 Dîtin
le dił sebir û le ten taqet, le çaw eşkî řewan řoyî
dił aramî nema îmřo kewa aramî can řoyî
le ḧałî bêxûdî bû matemî bêxudKes le her layê
fuẍan û ahî merd û jin lebo řûy asman řoyî
le koçî pîrî deryadił diłim piřcoşe wek derya
kewa em gewherî pake le destî dostan řoyî
be qelbî «mitmi’inîErebî» bû nîdayî «ayrci’îErebî» ger bîst
be emrî «fadxilîErebî» serbest lebo baẍî cînan řoyî
gułî baẍî sefa bo cîlwebexşî newbeharî bû
be řengî ze’feran îmřo be weyşûmey xezan řoyî
řewanî murẍî gułzarî tecella bû le fîrdewsa
be bałî hîmetî perwazî kird bo aşyan řoyî
guşadey ’uqdey her kar pencey ’îlim û zanînî
ḧełałî muşkîlatî cahîl û hem ’alîman řoyî
fesaḧet mebde’î şî’rî belaẍet mesderî beytî
zekawet lefiz û guftarî be ezkarî zuban řoyî
çiraẍî dûdemanî alî muftî bû le ’îlim û fen
enîsî diłbirîndaran ře’îsî şa’îran řoyî
mekanî tengî dunya bo miḧebbet wîs’etî kem bû
be naçarî ’irûcî kird be ewcî lamekan řoyî
zemanê bû ke gułzarî miḧebbet sebiz û xuřřem bû
keçî pejmûrdih bû îmřo ke pîrî baẍewan řoyî
leber coşî derûnim ser deka xwênî ciger herdem
ke seylî eşkî ḧesretme le çawî xunfişan řoyî
le te’rîxî wefatî pîrî me’nî pêy witim îmşew
dełê [meẍfûre] em pîre be řengî newcewan řoyî