destî mandû leser zigî têre

Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
 1 Xulek  2635 Dîtin
be řencî şanit peyda ke dû nan
bo nanê mebe memnûnî dûnandûnan: bê qîmetekan
sefer ke daym sa’î be bo nan
eger bo nanê biçî bo yonan
pişt danewêne bo kołî gewre
day menewêne bo pyawî gewre
nanî bê minet, bixo bebê ẍem
minet hełmegre, hergîz le ḧatem
pendî pêşênyan ke fermûyane
nan em naneye îmřo le xwane
řêwî geřîde, baştire le şêr
destit mandû ke bo ser zigî têr