nyetî pak legeł mexlûq

Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
 1 Xulek  621 Dîtin
ewey bo xot be qabîl ger nezanî
ebê bo dostî xotî her nezanî
meke to întîqamî karî bedxu
ke xûyî bedîye xoy řencî nîhanî
guzer ke to le tundî û tundixûyî
tewazu’ xoşe ger çakî bizanî
ḧelîmî û birdibarî karî merdan
eger wabûy le esrarî ezanî
ẍirûrî qet meke xadîmNasnava edebî legeł kes
ze’îf û ’acîz û zor natewanî