eger bêt û hêlkey qelî bed siruşt

Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
 1 Xulek  580 Dîtin
eger bêt û hêlkey qelî bed siruşt
binêy to lejêr tawsêkî beheşt
le katî hełhênanî ew hêlkeye
xorakî bidey ger le mîwey beheşt
eger bêt û řuḧolqudis sed keřet
le her la demî lê bika pêş û pişt
le serçawey kewser û selsebîl
dûsed def’e bîkey eger şûst
ebê ’aqîbet, hêlkey qel be qel
be řencî to nagořê qet sernuşt