beḧrî nûr
Li pirtûka:
Dîwanî Meḧwî
Berhema:
Meḧwî (1836-1906)
14 Xulek
20931 Dîtin
û silî alilh ’ilîErebî ew beḧrî nûrî ’îlim û ’îrfane
ke derkî ẍewrî naka ẍîwir ’ilim alilh sibḧanhErebî
û silî alilh ’ilîErebî ew zatî pakî qudsî ayate
ke exlaqî pesendîdey cenabî ḧeyî mennane
û silî alilh ’ilîErebî ew ḧezretey saḧêb kemałate
ke e’la mu’cîzeyî, qurbanî bim min, nûrî qur’ane
le tarîkî şewî kufra be yek dem lem’eyêkî da
hezar û sêsed û bîst duwe, dinya çiraxane
çirayek nûrî bêçûnî mumîddî bê, debê wa bê
çirayek destî qudret xoşî ka, bo ta ebed mane
ti’alî alilhErebî be du deh bû ke her dû ’alemî dagirt
binazim bem kemałî ’ezim û ḧezim û şewket û şane
legeł em îḧtîşame zuhdî dinyayî temaşa ke
ke yek let nanî co bû qûtî, ya xurma dû sê dane
felek cahê serî xermanî ta ’erş, ełbete nabê
tenezzul ka ’ilûwî hîmmetî bo denke zîzane
muhîmmê ẍeyrî zatî ḧey le hîmmetya nîye, îlla
le ber em ummete bê hîmmete daym be eḧzane
çi medḧêkit bikem layq be to ya xîr xilq alilhErebî
minî bê xêrî nala’îq ke cîbrîlit senaxwane
beyanî gewreyî xulqî kesê ayet le şe’nî bê
ne meqdûrî min û toye, ne îşî qîsNava taybet û seḧbanNava taybete
le adem ta mesîḧa, enbya yek yek be qewmî xoy
xeber dawe: le paş ême ke dê, ew fexrî ekwane
nu’ûtî xoy û ne’tî al û seḧbî wek guher derce
le durca, ye’nî kutubî munzeley ew enbyayane
çeha řuhban û kahîn, hatîfî ẍeybî be yektiryan...
deda mujde ke cennet dête dinya bem nizîkane
ke teşrîfî qidûmî hate dinya, barşêkî feyz
le hewrî merḧemet barî, ke asarî numayane
řişêney agirî berdaye ’umrî agirî zerdeştCih
be berqî bû ke şeq bû taqî kîsřaCih bû be wêrane
diłî sûta be zerdeştCih û be kesrî kîsřewî girya
ewende beḧrî sawaNava taybet nim le çawîda buwe tane
etoş ey nefsî bed tîne, bebê cê dił mesûtêne
le ber kisir û kemî dinya, bese em şîn û giryane
hemû karit be ḧîle xizmetî fîkirî ’ezazîle
’eza wek pîrejin megre, dyare karî merdane
be zîkir û fîkirî şîmey mustefa weqtit museffa ke
ke basî ew sefabexşe, tereb xêre, duř’efşane
miḧemmedCih îbnî ’ebdułłaCihy ’ebdulmutellîbCih, haşimCih
sefawey wildî îsma’îlCih û sefwey wildî ’ednanCihe
ewe hadî subul, tenya ewe meb’ûse bo ser kul
bewe xetmî řusul, xatem ewe, tacî řesûlane
şefî’î řojî řestaxêze, bo hemuwane destawêz
ewe ew řoje wek xo, ma biqî suma û ’umyanhErebî
le zîkirî ew decoşê ře’fet û řeḧmet debarê hem
ři’ûfuErebî hem řiḧîmuErebî wesfî ew wek wesfî řeḧmane
xuda lew zîkir û fîkirem qet neka ẍafił zuban û dił
heta ẍunçe dił û sosen zubanî baẍ û bustane
legeł meḧzî xeyałî, dił be carê bote kêwî tûr
le kin wesfî cemałî, lêwî wasîf guł be damane
celal û şewketî, esto şikênî serkeşanî ’esir
cemal û tel’etî, cewhergudazî zułmetistane
temaşa kirdinêkî, řoḧ bexşî ’alemî mirdû
nîgahêkî be tundî, řestixêzî ’alemî cane
le řojî ḧerb û zerba, řu’b û samî řoḧ eka sersam
eger şêrî jyanî řû be řû bê, çarî nejyane
ke weqtê al û yaranî le xidmetya debin wek řoḧ
ḧeyate, nûrî çawe, unsî cane, meḧzî îḧsane
gehî danîştinî, kêwêkî temkînit le ber çawe
le weqtî řoyînîda, her dełêy serwe xeramane
le řuxsarî letîfî guł, le ce’dî ’enberînî dił
decoşêt û debarê, ew gulistan, em dilistane
lebî řoḧî řewan û nêwçewanî řojî lê detkê
zubanî ta şekerřêze, dehanî gewher efşane
melaḧet meḧwî dîdarî, ḧelawet weqfî guftarî
terawet nezrî gułzarî, ke řeşkî baẍî řîzwane
wekû yaqût û berdî tir, cenabî eḧmedî muřsel
ke têfkirî le însane, bełê, ma nek wek însane
wicûdî ew legeł baqî wicûdan er nîye ferqî
be qed řoḧ û cesed, bê sêberî xarîc le îmkane
meger ew sêberaney xezne mende kirduwe bo ḧeşir
çi diłsoze ke lew germayeşa sayey le sermane
legeł bê sayeyî, sayey xeyałî kewte ser her kes
çi kesdar û çi bêkes, seyîde, serdare, sułtane
ewî satê le ber pêya serî teslîmî danabê
ebed malîk řîqabî gerdinî teslîmî şahane
ẍul û bende û ẍułam û xadîm û derbanî ber dergay:
necaşîCih û tubbe’Cih û hîrqelCih, ’ezîzî mîsirCih û xaqanCihe
kesê cê hełtiruşkanêkî lew ber qapye des kewt
be ’arî dê biłên em cêge wek textî suleymanCihe
xuda pêdawekanî fayzî îksîrî suḧbet bûn
çi min, çî to, mela’îk, enbya xozgey be xoyane
’ulûy mertebey ger şemmeyêkit tê geyênim min
detirsim berdebaranim biken em tê negeywane
nezer derkî ’ulûy hîmmetî naka yeqîn emma
legeł baqî řusul da têbgey, bo ferqî biřwane
şefa’ey nûḧCihe bo ken’anNava taybet û îbrahîmCihe bo azerNava taybet
řisul alilhErebî şafî’ bê çi bo xizim û çi bêgane
be qurbanî řicayek bim ke řacî bê muḧaba bê
řica qurbanî ye’se, bête ser xomane xomane
kelîm ernîErebî ke fermû her cwabî lin tiranîErebîy dî
muşeřřef bû muḧemmed bê tełeb bew mertebe û şane
’urûcî ’îsewî ta asman û şemsî ’alem bû
’urûcî eḧmedî ta lamkanErebî û şemsî canane
le zerfî yek nefesda şew hezar ender hezaran sał
zyatir bełkî řê tey kat û řîc’et ka her ew ane
çi řêyek? bew hemû şabałewe cîbrîlî zî qûةErebî
be cê mabû le řê, deyut: xizim meydanî sûtane
ke geyye zatî barî, nûrî bêçûnî le ser barî
ke hełgîrsa, be dewrî şem’î xoya bû be perwane
qibûlî lê kira herçî řica bû, pêy dira herçî
’eta bû, hate cê herçî sizayî îkiramî mîhmane
legeł her xetweyek tehsîlî ’îlmêkî lidunّyErebî kird
le hî ew ser depirsî řoḧî ḧîkmet nûrî ’îrfane
be mafîhaErebîyewe herçî heye ’îlmî kurey no çerx
be qetrêkî bizane, dîdekem, lew beḧrî ’emmanNava taybete
le ber nuqsanî teşbîhim peşîmanîşim û deşłêm
ke řoyî bedrî kamîl, hatewe xurşîdî pexşane
be awabûnî nûrî win debê xurşîd û em şemse
le awabûnya nûr û îza’ey sed dû çendane
ewendey lê dezanim bem nezanî xomewe meḧwîNasnava edebî
be çawî ser xudabîne, be çawî dił xudazane
çi çawê? kuḧlî ma zaẍ albisirErebî surmey sewadî bê
munewwer bê be nûrî řu’yetî bê çûn û çendane
çi dił, qetrêke, emma ’erşî řeḧmanî tya derce
çi dił, nuqtêke, emma merkezî peřgarî îmkane
feqet çawî ḧesûd û qelbî munkîr kwêr û bê derke
lem îdrakate, behrey her ’ezabî ye’is û ḧîrmane
debê çaw û diłêkî pak û bê ẍeş mîslî awêne
bibê ew sûret û me’naye binwênê kima kaneErebî
xuda em ayney la’îq be bu bekir û ’umer dîwe
ke ewweł sanî û sanî şerefyabe be lew kaneErebî
le be’dî ew duwe ’usmanî zî alnurînErebîe zwalanwarErebî
’elî şahî wîlayet, babî ’îlim û şêrî yezdane
beseryana, beser baqî seḧabe û al û yarana
bibarênê xuda her an û weqit û sa’e rizwanehErebî
be nûrî ’eksî pêẍember ewende mun’ekîs bûbûn
ẍerîbî taze hatû deyut: em pêẍemberistane
xuda her mu’cîzey la’îq be her pêẍemberê dîwe
hemû ew mu’cîzatey dawe bem serdarî hemuwane
yedî beyza çye, her taqe enguştêkî çend î’ca
zî lê zahîr buwe, her yek wekû mahê ke tabane
îşarey yek ser enguştî mehî lew dûrewe şeq kird
her ew enguşte bû detut fwarey awî ḧeywane
serî kird aw ewende leşkirêkî sêsedî da aw
legeł awî wizû, be xwa ew awe abřûmane
her ew awe buwe tofanî daẍistanî kufir û şîrk
her ew awe terawet bexşî baẍistanî îmane
şewî hîcret ke e’da zorî hêna, miştexakê bû
pya çendin, debeng û kwêr û keř man ew le’înane
le naw ew gurg û wirç û seg gele derçû bazin alilhErebî
be yarî ẍarewe, yarî le barî, řê le beryane
wekû xurşîd û meh pêy seyryan lê hełbiřî ta ẍar
le ẍara seyrî kird e’da ke wek sêber ledûyane
be yek dû ’enkebût û kotrî bê fam û bestezman
şi’ûr û fehmî gořî lew seg û îblîs û dêwane
beheştî daxłî yesrîbNava taybet debê, tûba le bo ensar
be kuffaranî mekke ta ebed ya weylnaErebîmane
eger em hîcrete nebwaye, dîn em şewketey key bû
ke her kes tê biga bem dîne nesxî cumle edyane
be hîcret, ẍîretî dînî muhacîr, xidmetî ensar
le quwe hate fî’il û bû le ’alemda be destane
le feyzî hîcrete esḧabî bedirNava taybet em şew hîlalî bûn
sibey her yek buwe bedrêkî kamîl ew hîlalane
çi hîcret? şehdî wesił, aramî cane bo hewaxwahan
çi hîcret? bo ’edû te’zîbî řoḧ û zehrî hîcrane
hewaxwahî ’ilîh alirḧimh û alirziwanErebîyan bo ma
e’adîşî ’ilîh alli’inhErebî beşyan û besyane
kesê ayey ’ifa alilh ’inkErebî meḧzî diłnewayî bê
mi’az alilhErebî diłî ew řence kirdin ’eynî xusrane
kesê bênête nutiq ask, be’îr û sûsemar û gurg
be tesdîqî muqîř bin yek be yek em bê zubanane
be emrî ya îşarey bes dirextî řîşe dabestû
le řeg derbêt û bête xidmetî řeqsane řeqsane
be tekzîbî kesî wa, nakesê cur’et bika la şikErebî...
segî hare, beraze, mulḧîde, bûcehle, şeytane
sebîr ahbitErebî îfadey bû, ḧîra ayt alîErebîy ’erz
ne wek ew weḧşîyane piř dene ew řoḧî însane
le destî da ke berde wirde destî kirde tesbîḧat
çuwe sê destî kew her coşî bû subḧane subḧaneErebî
le řojî erbe’ada bû ke satê ḧepsî řojî kird
le sehbada tilû’î pê deka dûbare lew şane
çitîrê bû û menê co řojî xendeq qûtî deh sed kes
be tekmîlî, be řûxoşî, ’eta fermû kerîmane
le her řêyek deřoyî, bo selam û sucde ber birdin
çi coşê bû dekewte dar û berdî ew mekanane!
be hewrî tê megen, îlla mela’îk şehpeřî xoyan
hemû dem yek deda bo sayebanî ew suleymane
du’a fermûnî bo ’ahat û derdî bê dewa seyre
le diłyaye ke asarî îcabey merhemî cane
çye îbra, were ser mu’cîzey îḧya be ḧeddêke
le enfasî nifxitu fîh min řuḧîErebî numayane
ewende çawî piř bê nûrî piř nûr û munewwer kird
ke nergis çaweçawî nûrye lew nûrî çawane
xeberdanî le musteqbel qisey çî lê bikem ta ḧeşir
hemû ber tîbqî fermûdey ewe em waqî’atane
beyanî şeş ḧew î’cazî le cumleyî sed hezar î’caz
ewî deyka peşîmane, ewî neyka peşîmane
eger bê mu’cîzatî sed yekêkî bênme teḧrîr
debê her taqe beytêkim bibête sed kutubxane
çi qabîl min be sed beytêkî kurdî, sed hezar esrar
bidem şerḧ û beyanî kem legeł em ’eqłî nuqsane!
ke her sîřřêkî ’eqłî kul tya kul mayewe bîlkul
ke her sîřřêkî sed ’arîf tya medhoş û ḧeyrane
feqet nabê ke derkî kul nebû yekbare terkî kul
be baẍêke le kin bulbul gułê lew baẍ û bustane
le hemzîّhNava taybet û le burdeErebîm çunke kem dî îstîfadey kurd
minîş em kurdîyem dana le řîzî ew qesîdane
zubanî ’îşqibazî xoşe ger kurdî weger tazî
qisey bê sozî ’îşq her gewhere, meḧbûbî bê ane
ela ey fexrî ’alem riḧimة lil’almînErebîy to
le derḧeq nakes û kes řeḧim û lutfî êwe yeksane
bide îzin, em qesîdey kurdîyeş bête meqamî ’erz
egerçî wek şi’ûrim şî’rekanîşim perêşane
mukeřřeř bû qesîdey burde neş’ey ’alemî piř kird
bifermû bem qesîdey kurde nobey neş’e pêwane
eger burde, eger kurde, eger safe, eger durde
qibûlî to ke bû lebřêzî neş’ey řewḧ û řeyḧane
qibûłî to nebû, sed ba ’ereb bê, her ebûcehle
qibûłî to eger bû, fursî dû sed sałe selmane
minim wek ew ze’îfe, em qesîde, ew gile dezwe
emin kiřyarî mahî lamkanErebî, ew mahî ken’ane
minim mûrî ze’îf û em qesîde laqe kulley min
feqet min hedyekem xidmet suleymanî suleymane
be çawî merḧemet biřwane hedye û saḧêbî hedye
be zorî řabwêre em keme lem kemtirînane
qibûłî kem le kem kirdin, weha wa tê biga zore
be to zorî bizanim, kemtirî şîmey kerîmane
edeb waye ke lem gustaxyaneş tobe key meḧwîNasnava edebî
xeyałî xawe ’enqa nakewête dawî efsane
debê her mû zûbanê, her zûbanê dastanê bê
bikem nextê beyanî nakesî xo bew zubanane
ewendey zatî êwe mexzenî feził û kemałate
le minda bew ḧede neqis û řezayl derc û penhane
dexîlî ew segî ber qapîyem carê be yekcarî
ser’efrazim bike, fermû: segî ber derkî xomane
wekû camîNava taybet dełê, dem wişk hełatû min segêkî geř
ciger tînûm û dexwazim nimê lew beḧrî îḧsane
be yek dû qetre têr awî ḧeyatî ke wekû qîtmîr
le kehfî xotya řê de, segî esḧabî xotane
dekem ’erzî nyaz, erçî le to nayabe mexfî řaz
be can û dił, dił û canim xuda xwahane, xwahane
le to ḧubbî xuda bo xom û bo ewlad û eḧbabim
ke ḧubbî masîwa derka le dił wek bit le bitxane
xudaya hem le to ḧubbî řesûl û îttîba’î ew
ke îksîrî misî mahîyetî meẍşûşî însane
bibarê, ya řebî her leḧze sed lek barşî řeḧmet
le ser ew, hem le ser ew cem’î al û seḧb û yarane
heta agir giřênî şořşî tebi’ û xiroşî dił
kize û sozey nesîmî subiḧ û êwarey beharane
seba, ta lêwî ẍunçey guł deka te’lîmî şekkerxend
nesîmî subḧidem ta perçemî sunbul deka şane
heta hewrî beharî ẍazekarî gułşene îşî
heta bulbul le ser guł neẍmexwan û nałe sencane
biłên îns û melek piř bem zemîn û asmanane:
û silî alilh ’ilîErebî ew beḧrî nûrî ’îlim û ’îrfane
ke derkî ẍewrî naka ẍîru ’ilim alilh sibḧanhErebî