sitayşî mewlana xalîdî neqşibendî

Li pirtûka:
Dîwanî Meḧwî
Berhema:
Meḧwî (1836-1906)
 3 Xulek  6951 Dîtin
diłim emşew nexoşî nîsbetî çawêkî bîmare
ciger ẍełtanî xwênî ḧesretî lêwêkî xûnxiware
serim şêwawî şêwey fîtne hełgîrsênî şoxêke
ḧewasim tefreqey ’îşwey dił aşûbêkî ’eyyare
xeyałî zułfî dernaçê le dił ta derneçê řoḧim
sipêrawe xezêney bextî ême bew sya mare
le şînî fîrqetî ewda ewende eşkî sûrim řît
be dewrî cêgema ta biř dekatin dîde, gułzare
le bo seyranî baẍ û sebze teklîfim meken yaran
ke sebze û guł le çawim da bebê ew her xes û xare
nemamî qametî perwerdey awî dîdekey min bû
keçî gułçînî baẍî wesłî ew êstake eẍyare
be derdî xomewe ger goşeyek degirim be bê dengî
be lama dê be xeşim û řiq dełê: xo neqşî dîware
ke dêm îzharî şor û şînî dił kem, bełkî řeḧmê ka
be xende dê dełê: xołî be serda bêjin em hare
witim ba bes wicûdî bê wicûdim barî xatir bê
legeł dił goşeyêkim girt, ewm berda be yekbare
le kuncî bêkesîda muddeyêkim birde ser, axir
şewê dił kewte beḧsî bê wefayî ew sitemkare
witim: ey dił le dulber şekwekirdin ḧeyfe, dił deyut:
eme bo dulberêkî diłnewaze, ew dił azare
witim: xoşe be ummêdî wefa cewr û cefa, deyut:
be ser çû ’umirim û nemdî wefayek lew cefakare
witim: penhanîye derḧeq be ’aşiq lutfî me’şûqan
witî: ew zahîr û batîn le zumrey ême bêzare
wegerna, def’eyek lem beyne bo def’î gile deyut
hewałêkî bipirsin, çone ew mezłûmî bêçare?
le piř bayek legeł boy aşna hat û witî: meḧwîNasnava edebî!
beşaret bê ke îqbałit mubarek, tali’it yare
ke hatim, şoxekey ẍaretgerî dîn û diłit deyut:
bipirse ḧałî ew sewdazedey bedbextî aware
debê bê aftabî řûmet û subḧî cebînî min
çi ferqêkî bibê řojî le şew, subḧî le êware!
witim: wa serferazit kirdim, emca sa dexîlit bim
le batî min, seba, to deçyewe ’erzî ke emcare
egerçî mudeyêke min le zułmanî syabextî
wine zeřřey wicûdim, řojî řûnakim şewî tare
le feyzî nawî mewlana zya’eddînCihewe êste
hemû řoje şewm, qetrey wicûdim beḧrî enware
heta ew nawe pakem kirde zîkir û fîkirî řoj û şew
henasem bonî mîskî girtuwe, lêwim şekerbare
be yumnî ew, behare payîz û zistan û hawînim
ke her gahê bikem beḧsî le dewrim guł be xerware
be îxlasî ewm awênekey dił wa cela dawe
ke çîhrey şahîdî meqsûdmî têda nimûdare
cemalî řabîtey, wa diłbere, bextî xewałûşim
be ummêdî temaşayek hemîşe çawî bêdare