min leber mekirî ḧebîbim bûme sewdayî zemîn

pênc xiştekî ’aciz leser şî’rî «wafî»
Li pirtûka:
Dîwanî Aciz
Berhema:
Aciz (1929-1967)
 2 Xulek  637 Dîtin
min leber mekirî ḧebîbim bûme sewdayî zemîn
car be car mesřûr deka dił car be car deyka ḧezîn
şahîde dunê ke hate ser ḧesarî şarî çîn
qubbeyî sîney nîşandam pêy gutim ey řaẍîbîn
«hizih qesir binaha ribna lil’aşiqînErebî»
bulbul asa neẍmexwanî kird le muştaqî butî
dił sebeb bew mujdeye te’cîlî peyda bû witî
min ewa çûm toş were şewqe le musteşfay ḧutî
çûme jêr taqî seraperdey îşařey kird gutî
«la sibîl lildixul hihna lilsa’lînErebî»
men’î kird leyla le weslî dił ku mecnûn kewte ku
kes nebû luqmanî derdim bo şîfayî zû be zû
na ’îlac bûm hatmewe ber qapî yarî mahî řû
pêm gut ebrot diłřifêne pêkenî fermûy etû
«la tilminî în hiza niqşu rib al’almînErebî»
pêm degut takey le min ẍa’îb debî wek lahûtî
çî debê carê bibînim bedir û kafûrî řûtî
ḧubbî toye ba’îse bo îxtyarî nabûtî
boç be ebrî zulfeket xurşîdî řût poşî? witî
«ma fi’ilit zak îlّa ’ibirةً lilnazrînErebî»
cane bes ke min be ḧîlet lêm bizirbû nawekem
zor le mêje têdekoşim bo cemałit řawekem
«masmi’itu min lisan alusil îlّa la wekemErebî»
muddeyêke wa desutêm xo ’ezabîş çawekem
«la yizadu bel ’ilî miqdar zinbî al’asîynErebî»
to ke sułtanî cîhanî walîy textî xuten
lazme lutifit bibê derḧeq ẍerîbanî weten
we’de dan û bê wefayî ’are bo wechî ḧesen
«wi’dih dadî ba min û riftî çu ahu bih çiminFarsî
lîtnî kintu tirabaً ma ri’eytu alwa’dînErebî»
«’aczaNasnava edebî» ’eşqî ’ezîzan gerçî lot bê faydeye
serfî ’umirit ke be ciddî řût bike ew qîbleye
nabînî çend kes wekû min mubtelay em derdeye
«wafî» ta mawe umêdî şehdî weslî her heye
«qatil allihu alirqîb anh min man’înErebî»