be ’îşqî řûy gułî yaran mutî’î muẍbeçey kirdîn

pênc xiştekî ’aciz leser şî’rî narî û tahîr beg
Li pirtûka:
Dîwanî Aciz
Berhema:
Aciz (1929-1967)
 2 Xulek  619 Dîtin
be ’îşqî řûy gułî yaran mutî’î muẍbeçey kirdîn
be egrîcey esîrî dest û pencey piř xeney kirdîn
be dû lîmoy leser sîney ke fêrî des gemey kirdîn
«be ẍemzey çawî mexmuru syahî mestî mey kirdîn
be maçî lêwî musteẍnî le enwa’î mezey kirdîn»
xudaye ẍeyrî to kê xoy dekate dadxiwahî min
le cewrî dulberan kê dête îmdadî supahî min
ke jîn û dîn be ẍaret çû le des bextî syahî min
«tiraza bendî suxmey ałî gułnarî be ahî min
keçî destî leser dana le seyrî baẍ û bey kirdîn»
le weqtî şadya cana ke dił kewtote xamoşî
meken lomey leber cewrî ḧebîban lay nema hoşî
le ḧîle û mekirî ew şoxe be cebrî kewte naxoşî
«be hewrî perçem û zulfî řux û ebroy ke dapoşî
le şewqî řu’yetî bedir û hîlalî yek şewey kirdîn»
şewî zulfî egerçî dadepoşî xeddu kulmanî
umêdim her heye carê le nakaw lutfî subḧanî
necatim da le ẍem ta dił biłê buşřa le xullanî
«egerçî kuştinî xo qabîzul’eřwaḧe mujganî
be qanûnî mesîḧayî be xendey lêwî ḧey kirdîn»
were «’aciz» le dewranî felek bes şîn û şekwa ke
heta mawî be ’îşqî yar le can û dił tebeřřa ke
menałêne ku mecnûn xot hîlakî zexmî leyla ke
«’îlacî derdî dił «narî» le «tahîr beg» temenna ke
biłê îmřo guł endamê be tîrê cergî pey kirdîn»