ey gułřuxî zîbayî min, qedserwî diłřubayî min

Li pirtûka:
Dîwanî Aciz
Berhema:
Aciz (1929-1967)
 2 Xulek  556 Dîtin
ey gułřuxî zîbayî min, qedserwî diłřubayî min
melḧemî can şîfayî min carê nezeř ke layî min
řeḧmê bike be bulbulan bo def’î azarî diłan
toy ẍunçeyî baẍî gułan lay diłî bê newayî min
eger le dest û penceket nextê nekey kem řenceket
qesem be lar û lenceket zêde debî sewdayî min
be fîkirî zulf û perçemit dił kewte gêjawî ẍemit
dûre le bezmî dem demit ḧebîbî piř cefayî min
ger sofîy û şêx û mela řûy tu le weqtî încila
bibînin debne ber beła wek diłî ber bełayî min
mayeyî jîne çaweket afetî dîne naweket
mestim be boy guławeket lutfê bike leylayî min
her toy ke meḧbûbî minî her toy ke metlûbî minî
her toy ke meřẍûbî minî le ’alemî dunyayî min
eger bizanî ḧałetim ke lêm biřawe taqetim
kuşteyî yêk îşařetim debî be aşnayî min
ey şoxî nazenînî min ey melḧemî birînî min
ẍunçeyî mehcebînî min toy ba’îsî sedayî min
nałew û zarî ta bekey firmêskî carî ta bekey
ḧaşa le yarî tabekey papayî ewrûpayî min
bulbulî dewrî ẍunçeme tûtîy piř le neẍmeme
mecřûḧî xedid û kułmeme wîsalî to dewayî min
deway mine wîsalî to çiray mine cemałî to
sefay mine xeyałî to lelay tuwe be qayî min
be çaw û xedid û gerdenit be perçemî milewwenit
hewayî şerqî erdenit wêranî kird beẍdayî min
ẍemgîn û piř le daẍe dił çawnoře bê lew baẍe guł
ke çunke şewçiraẍe şil giłopî kehrebayî min
cefa bese wefa bike ’acizNasnava edebî be wesilit şa bike
le ẍemxorî řeha bike ew diłî mubtelayî min