ey seyîdî serdarî min

Li pirtûka:
Dîwanî Aciz
Berhema:
Aciz (1929-1967)
 3 Xulek  1989 Dîtin
ey seyîdî serdarî min, ey meḧřemî esrarî min
ey eḧmedî muxtarî min, sełat leser tû yarî min
muddêke hîcir û mateme, takey bimênêm lem ẍeme
her weku caran koleme, ba bes bê întîzarî min
lutfê bifermû serwerim, şafî’î řojî meḧşerim
her toy le germa sêberim, şahî ’alem suwarî min
me’lûme qedrî tu ’ezîm, ’îsayî řuḧ, musay kelîm
řutbey řesûlanî kerîm, sebeb etoy nîgarî min
mela’îkey muqeřřebîn, ’alemî ’ulwî û serzemîn
heta be řojî axerîn, xuddamî tacî darî min
le fewqî ew xudaye bes, nagate cêy ew şaye kes
le ’alemî cudaye bes, lu’lu’î cewherdarî min
nûrî binaẍey ’aleme, bo enbyayan xateme
adem leber wî ademe, teḧqîq biken guftarî min
na’îbî wî bûn muřselîn, her yek le qewmê dawerîn
emma ewî bo ’alemîn, be ’am henard ẍeffarî min
nûrî le adem pişt be pişt, heta be ’ebdułła geyşit
hem amîney ḧorî siruşt, meḧfûz bû tuřře darî min
mizgênî bo ḧelîme bê, şîrxorî ew yetîme bê
herzanî lew îqlîme bê, hem şîrî zor bê carî min
çend car mela’îkey xuda, şeqyan kird sîngî bulhuda
ḧezzî şeytanyan kird cuda, kirdyane guł gułzarî min
ewca kira be pêẍember, beyanî kird řêy bê xeter
çend mu’cîzatî xiste der, quř’anî gewher barî min
çend muşrîkan dîtyan be çaw, loy şeq debû mangî tewaw
le muşrîkî nebûn biław, gwêyan neda nazdarî min
çend car deyangot şa’îrî, kazîb û kahîn saḧîrî
her çend deyankird makîrî, ḧîfzî dekird settarî min
emma řesûlî mustefa, gwêy xoy neda cewr û cefa
du’ay dekird saḧêb wefa, ẍazîb nebê qehharî min
paşan be emrî muste’an, hîcretî kird be ’îziz û şan
bo lay medîne bû řewan, legeł řefîqî ẍarî min
kuffar û şeytanî le’în, hatin le dûyan çîn beçîn
heta le ẍarê dawerîn, ew ẍarî piř enwarî min
ke dîtyan tewnî ’enkebût, kotir le hêlane be cût
geřanewe le fayde řût, neyan dedî salarî min
ke hat suřaqe zor be taw, hełîkuta ser herdû law
deydî wekî qařûn be çaw, řeḧmî nekird be yarî min
ew meřî daykî me’bedî, ke pêşan şîryan lê nedî
her destî dayê eḧmedî, bû be řûbarî carî min
ḧemze û ebubekirî siddîq, fařuq û ’usmanî ḧeqîq
be mu’mînî debûn řefîq, legeł şêrî şikarî min
’acizNasnava edebî feqîrî ummete, sa’îlî babî řeḧmete
her çawenořî hîmmete, bo def’î nałe û zarî min