’iqdali’qa’id

Li pirtûka:
Dîwanî Meḧwî
Berhema:
Meḧwî (1836-1906)
 13 Xulek  2999 Dîtin
mes’ûlme î’ane le wehhabî muste’an
her lew dekem su’al û dekem ḧemdî ew be can
tewfîqî lê tełebme bikem xidmetê be dîn
me’mûlme xulasey emalîErebî bikem beyan
çend gewherê le cuhirةErebî zem bew le’alîye
nezmî bikem be kurdîyekî sîrfî cumle zan
hem yadgarî ehlî kemał û eḧîbbe bê
hem řehnuma bewane ke bê ’îlmin û nezan
ya řeb qubûłî key le kem, em xidmete keme
lem zeřře mûre laqe kulê zore ermeẍan
bem laqe kulle boye temadarî cennetim
bo xom û bo ewane be dił lem ’eqîdedan
karim legeł kerîm û kerîme beha neco
da hewrî řeḧmet û keremî bête dařjan
lew hewre hełřijê be ebed lêzmey selat
ser qebir û cîsim û řoḧî nebî axir alzimanErebî
emma le be’dî ḧemd û selat, îke newbetî
metleb îfade kirdine bo cem’î talîban
wacb le ser cemî’î musułman û mu’mîne
baweř biken be dił, çi xewas û çi ’amîyan...
zatî xuda, ke xalîqî ekwane, her buwe
ye’nî qedîmî mutleqe balzّat û balzّmanErebî
wacb be zate, bûn û wicûdî le xoweye
ferdêkî munferîd be beqa û hemîşe man
řêgey nîye be seryewe qit’aًErebî fena, ’edem
şew qet degate xidmetî şemsî zya fişan!
xoy û hemû sîfatî kemalî buwe û heye
deşbê ezelyetî ebedyet deda nîşan
kes pirsî ew sîfate, biłê to: ḧeyat û ’îlim
sem’ û beser, îrade û qudret, kelamdan
îdarkî zewq û lems û şemî bo qerar eden
be’zêk û be’ze munkîr û be’zê le wefqedan
zîd û munafî em sîfetane meḧałe bo
ew xalîqe ke řagre bo mułkî kun, fekanErebî
ew ḧeyî û ew ’elîm û semî’ û besîre, ew
qadir, murîd û hem mutekellîm bila lisanErebî
zîndû û be danş û şinewa û be bînşe
saḧêb tewan û xwahîşe, goya be her zuban
bişzane xêr û şeř be îradey ewe hemû
řazî nîye feqet be xirape û şeř û zyan
bo ’ebid û bo ’emelyetî xulqinde ew, ewe
tewfîqî da be ême û xezlanî da be wan
xalîq yekêke, kasîbe ’ebid, em peř ew peře
îfratî î’tîzalî û tefrîtî cebrîyan
warîd buwe le şe’nî qeza û qeder ḧedîs
baweř debê bibê be wicûbî be herduwan
zatî xuda sîfatî ne ’eyne ne ẍeyrî zat
bê em sîfate qet nebuwe û qet nîye be an
nawî xuda be şey’ û be zat her debey bibe
ew zate na ke dewrî girê şeş cîhe û zeman
weqit û zeman û ḧał û cîhet ḧadîsin hemû
xalîq qedîme ełbete, musteẍnîye lewan
ẍeyrî nîye, be ’eynî musemma bizane îsim
ba sibîّḧî asmeErebî qewmî mu’anîd biken řewan
zatî xuda ne cewher û cîsme, ne kul û be’iz
bê çûn û bê çigone, munezzeh le eyn û an
ḧadîs nîye, qedîme, kelamî xuda be ḧeq
dem bo ḧedes be naḧeq eben zalّErebî û gumřehan
baweř bibê xuda ke leser ’erşe mustewî
emma be îstîwayekî bê çon û kes nezan
her ayet û ḧedîsê şitêkî tya bibê
bitxate şubhe, cwabte bê çûnî û çunan
wek ’eyn û wecih û sûret û enguşt û dest û pê
wek nefis û wek nizûlî hemû şew le asman
tenzîh eken selef, xelef emma deken tewîl
bo herçî naszaye be zatî ’ezîme şan
neygirtuwe şerîk û mu’în û jin û weled
bo êmeye le ayetî ’izّErebî em qise ’eyan
em xełqe cumle demirin û hemûwanyan îlah
zîndû dekateweyş û debînê ḧîsabyan
kafir ke xare, babetî nare, ceḧîme cêy
mu’mîn gułe, ke zînetî baẍe çuwe cînan
dînî xuda keramete derḧeq be ehlî dîn
lew neş’e da ke ya řebî bîkey be řizqiman!
her kes be neş’ey ew mey bê çûne fewzî bû
cennet le fikirî çû le nîşat û le xoşîyan
wacb nîye le ser melîkî wacb alucudErebî
esłeḧ weya mesłeḧe derḧeq be bendegan
zewbidey îlahîyatî ’eqîdem ke girte nezim
labidّErebî debê bikem nebewîyatekeş beyan
***
wek wacbe be zat û sîfatî xuda yeqîn
baweř debê bibê be mela’îk, be muřselîn
ḧeq bûn û hem be ḧeq buwe dîn û kîtabyan
her yek heta zemanî yekêkî dwatrîn
em aługořî dîne le kara buwe heta...
dewrî yekê be dînî ewe nesxî cumle dîn
ye’nî peyemberî ’erebî, haşmî neseb
eḧmed le asman û muḧemmed le ser zemîn
dîn û kutub nema, buwe dîn û kîtabî ew
baqî debê şerî’etî ew takû yewmî dîn
’îsa ke dête xwarewe bo kuştinî cecał
xoy û ewane tab’î ew bin, muḧemmedîn
serdarî enbyaye be kul, xatemî řusul
saḧêb lîwaye, pêşřewe, řojî wapesîn
řojê ke mekke meşrîq û meẍrîb medîne bû
seyrî ke şerq û ẍerbe be nûrî munewwerîn
mî’racî sabîte be nisûs û be xew nebû
teşrîfî ew be cîsmî şerîfe swarî zîn
bo enbya le mesicdî eqsa buwe îmam
nobey ’urûce ye’nî le no qubbe têpeřîn
ta sîdre cubre’île emîn, îke řefřefe
xidmetçî em emanete ta řebbî ’alemîn
de’wet kiraye qesrî ew ednîٰErebî le qabe qewsErebî
zyafet lîqaye, zatî xudaye be dîde dîn
te’zîm û îḧtîram eme bê, bexşiş û xełat
daxo çîye û çeha buweya wahîbî mubîn!
řuxset dira geřayewe piř bar û piř nesîb
da piř bika le nûrî xuda, wek sema, zemîn
her çawî ser bo herçî ẍerayb ke dîwye
wek ’erş û kursî û ḧemele û wek muqeřřebîn
wek enbya, meqamî hemû la le asman
dozex, beheşt. ewane beheştîn û dozexîn
em çûn û seyr û hatnewe seyre, muddetî
ser hełbiřîn û xistinewey baz eser serîn
ya řeb be ḧeq şerafetî ew weqit û sa’ete
lew řeḧmetî ’umumye êmeş beşê berîn!
mecmû’î enbya ke sed û bîst û çar hezar
me’sûmin û le îrtîkabî me’asî hemû berîn
’ezlî nîye peyember û qet nebuwete nebî
’ebid û jin û pyawî denî xesłet û mîhîn
luqman ewa dyare ḧekîmêkî pake, zwalErebî
qerneynErebîe şahî çake, be qet’î mełê nebîn
î’îcazî enbya û keramatî ewlya
bê şubhe sabîtin, be sibûtit bibê yeqîn
hîç ewlya be mertebe nagate enbya
az hum mufzilûn ’ilîٰ cim’ ’almînErebî
be’dî nebî çi şekik û çi şubhet nebê le ser
tertîbî efzelî xulefay eřbe’ey guzîn
sidّyiqErebîe efzel ewwel û farûqErebîe sanî ew
zî alunurErebî nûrî syîwim û kirّarErebîe çaremîn
sidîqihErebî zat û fezłe le be’zê xusûsewe
zihraErebî egerçî zuhreye bo asmanî dîn
em şeş kese ḧebîbî ḧebîbî ḧeqin be ḧeq
her kes ke munkîre le xîtamî mebe emîn
efzel le paş emane şeşey baqîye le de
her ew deye mubeşşeren emřo ke cennetîn
wek bu’ubîdih, tilḧih, zubîr û si’dErebî
hem abin ’ufErebîe bi’dihumErebî esḧab û tabî’în
ya řeb le towe řeḧmet û řîzwanî bê dirêẍ
nazil bibê hemîşe ’ilî kil acmi’înErebî
le’net meke bira le yezîdCih û řewa nîye
şer’aًErebî ke ême mil keçî şîrî şerî’etîn
îmanî mu’teber bigre, ew muqellîde
teqlîdî feyzya be be cezmyet û yeqîn
her kes ke jîr û ’aqłe ’uzrî nîye û nîye
’îlmî nebê be xalîqî çerx û kurey zemîn
tewbeyî be weqtî ẍerẍere, îmanî ḧałî ye’is
merdûde, bew řewîye xuda mubtela nebîn!
e’malî çake dexłî be îmanewe nîye
emma kemalî her bewe îmanî mutteqîn
mu’mîn nebote kafir û muřted be fî’lî bed
ger qetił, eger zînaye, eger zułim, eger dizîn
emma be dił bika nyetî kufir û ’ezmî şîrk,
kafir debê her ew nefese û derdeçê le dîn
ger lefzî kufrî bê be zubana le piř be tew’
kafir buwe egerçî hemû ḧeqîye diłinşîn
serxoş eger qise û hezeyanatî kufrî kird
kafir debê be mezhebî ême ke şaf’în
emma be mezhebî ḧenefî keyn eger řicû’
tekfîrî nakirêt û be muřteddî nagrîn
me’dûm ewa dyare ne şey’e û ne mer’îye
mebye qisey ewane ke hem kêşî felsefîn
ẍeyrî yekin mukewwen û tekwîn alî alawbidErebî
mumkîn nîye sebeb be musebbeb biłê yekîn
řizqe wekû ḧelałeke, şubhe û ḧeramî sîrf
beḧsê keye ke zehre em, axir, ew engebîn
lem noş û nêşe ḧînî su’al û cwabî qebir
weqtî ḧîsab û weznî ’emel ba xeber debîn
mirdû ke geyîye qebir û meqeřřî, su’alê lê...
dekirê le řeb û bełkî le pêẍember û le dîn
her kes cwabî da be cwabêkî ba sewab,
xêratnî deken le teref « xîr munzilîn»
ger wa nebû cwabî, xudaya be to penah
zincîr û tewq û řewq û ’ezabî buwe qerîn
ta yum yub’isuErebî ke bepakirdine le qebir
bo birdine ḧizûrî şehenşahî řojî dîn
dîwanî gîrudarî ḧîsabî ’umûmîye
ḧeywan û cin û îns û melek, ta muqeřřebîn
çep řew kutub be destî çep, emma û řa’ zihirErebî
bo řastanî kare, le karaye řastîn
weznî ’emel, çi zeřře, çi koh û çi bed, çi nêk
bê şubheye hemû be tirazû dekêşrên
min xifّtErebî le hawîye dexwa be men xefet
’eyş û nîşatî min siqilitErebî wesłî ḧûrî ’în
ḧetmen debê guzer be sîrata biken hemû
çak û xirap û mu’mîn û kafir, kîh û mîhîn
pirdêke řakşawe be ser banî dozexa
barîk û tîje wek demî têẍêkî ahînîn
her kes ke xware, weylîye, zû kewte xwarewe
tûbîErebî le bo ewane ke azane têpeřîn!
řêy sî hezar sałe, we ya pazdeh hezar
muḧtacî ’ewne ummetî bêçare, ya mu’în!
lew řojeda şefa’etî çakane cêy umêd
bo ’asyan û ehlî keba’îr le mu’mînîn
bê şubhe enbya, ’ulema, ewlya, şehîd
meqbûle bo şefa’e penayan eber berîn
te’sîrî qet’îye be du’a baweřit bibê
awdi’ûnî asticbErebî wekû gewher le gwê girîn
xalîq witûye ḧadîse ’alem, qisey heyûlîy
tuřřehate, gwê le piřupûçî nagrîn
cennet, cehennem êsteke hen, zoryan be ser
da řoyîwe şihûr û dihûr, ezmîne û sînîn
em dozex û beheşte demênin alî alawbidErebî
hem têşya demênnewe ehlî an û în
îmanî bû, necatî debê, her bibê, le nar
qurbanî lutif û merḧemetî xîr raḧmînErebî
herçî witûme ḧeqqe, hemû mimci’u ’ilîhErebî
mensûsî aye, ya xeberî sadîqî emîn
***
tesdîq û baweřit be dił ewca be mane bûn
îmane, her be we degeyê ewcî yؤminunErebî
îqrarî dem xîlafe tya, şerte wek ’emel
ya şetre? muttefîq ke le ser şertin ekserûn
îslamit înqyade be ma ca’ bih alnّbîErebî
e’malî salîḧe ke esasî syan û dûn
qudret bibê teleffuze ewweł be aşhidînErebî
nwêj û zekat û řoze, le bo ḧec be ke’be çûn
îman eger zyadet û nuqsanî bo bibê
wek ekserî eşa’îre qa’îl bûn be bûn
neqsî be neqsî ta’ete, zyadî be dû şite:
ya ta’e, ya tecellîyekî bê çilon û çûn
be’zê dełê zyadet û bes, neqsî bo nîye
be’zêkî ke musîřře le ser her dû la nebûn
bişzane hîç û bê ’emele wek heba ’emel
bê nyetêkî xalîs û îxlasî enderûn
bibyen be înّmaErebî we alaxlas balnّyّatErebî
hem nessî mixilsîn lihu aldّyinErebî ya exûn!
îxlas eger bibê fibhaErebî, ger nebê, debê
kesbî bikey be tezkyey exlaq û nefsî dûn
wa besteye be suḧbetî kamîltirê le xot
zîkirî dewam û tab’î sunney senîye bûn
her em xîsaleye ke seḧabey kîramî pê...
fa’îz be mertebey řizî allihuErebî û rizuwaErebîn
her bem terîqe pê geyîwin, geyîwne xuda
ew zate ’arîfane ke dana û tê geyûn
řû keyne em terîqe, be azane, meş bira
take esîrî meẍłetey efsane û fisûn!
řêgey se’adetî ebedî to leser mine
bîdem nîşan û dam û leser to berêweçûn
em nexte nezme nusxeyî îksîrî e’zeme
ḧîfzî bike, diłî biderê, bîke ezdehûn
bîkeyte ber, dekeyte ber îstebreqî beheşt
meḧzûz ebî be ḧîfzî le hewlî ’ezabî hûn
ya řebbî ew kesane ke emřo le ’îşqî mîm
lem beḧrî nûneda wekû min ẍerqe debin û bûn
ẍerqî muḧîtî řeḧmetî ’uzmatyan bikey
êmeş legeł ewane sibey yum yuḧşirûnErebî
meḧwîNasnava edebî! xîtamî bêne beyanateket be mîsk
ḧemdî bîla xîtam û selatî le ḧed fizûn
***
şukirî xuda ke lutfî xuda bû be řehnimûn
em gewherane muntezemî nezmî řişte bûn
her gewherêkî mehrî kurûrêkî ḧûrî ’în
her gewherêkî sed semenî cennet û ’uyûn
nezmêkî canfeza û sefabexşî dîn û dił
nezmêkî terzî awî ḧeyate řewan û řûn
lem awe her bixonewe ta xuşk leb nebin
řojê buwe zubanekeşî ali’tişErebî derûn
lem ’eynî nezme hełdequłê selsebîlî dîn
wek agirî ḧesed le derûnî ḧesûdî dûn
menzûmeyêkî muxteser û piř le fa’îde
zubdey gelê şirûḧ û xulasey gelê mutûn
nurîّhErebîye be me’nî û nunîّhErebîye be lefiz
xetmî be dił be nûre, egerçî be dem be nûn
bîke be dił be wîrdî hemû dem, ke her beme
quwey dił ew deme ke zûbanit debê zebûn
wek sundusî leberke, wekû řoḧî bigre dił
pîrayşî zihûre, hem arayşî butûn
her kes be can û dił leberî bê, le beryetî
řoḧêkî wa ke ẍeybî neka řeybî sed menûn
bew řoḧewem, xuda, bibeye ber ḧuzûrî xot
hem xom û hem ewane ke xon û ke nêk xûn!
baqî le fezłî xotewe ser řoḧî eḧmedî
naził bikey selat û selamî le ḧed fizûn!