sitayşî xuda

Li pirtûka:
Dîwanî Meḧwî
Berhema:
Meḧwî (1836-1906)
 3 Xulek  3623 Dîtin
subḧan ew xudaye ke eqłî peyemberan
derkî nyane ẍeyrî be berderkya geřan
subḧan ew xudaye ke danatrî zeman
dêwaneye û le me’rîfetî kunhya nezan
subḧan ew xudaye ke keřřûbîyanî ’erş
wek nasî quř beser be nenasînî mubtelan
zeřřêkî çun îḧate çîye nîsbetî legeł
řojêkî bê nîhayet û bêçûn û bê çunan
ta bo qisêkî derxorî tenzîhî dem debem
her bew dem ew deme debme lêwî xo gezan
zatim nîye tuxin be sîfatî kewm be ’eqił
řoḧim çuwe tesewîrî zat er bikem be can
dił bû be dûdî meḧiz û ciger bû be ’eynî aw
ahim nîye dewane, siruşkim nîye řewan
ta hebuwe, ta debê muteneffîs le sîneyek
bê îznî ew nesîmî nefes key debê wezan
misqałe zeřře çone le ber destî qudretî
her wa bizane waye kurey mułkî kun fikanErebî
’îlmî be ḧebbeyê ke be sed qeřnî ke debê
wek ’îlmîye be qubbeyî emsî zyafşan
ew zeřřeye ke ewwełî zeřatî ’aleme
bo ’îlmî çone, zeřeyî axryetî çunan
herçî bibînrêt û biłên û bibîstirê
ma huErebî xuda, xuda be xuda birtir ast az anFarsî
teqrîrî çî bidem ke zubanin be kul zebûn!
teḧrîrî çî bikem, xet û met yek qełem xetan
şemmêkî badî subḧidemî lutfîye behar
zeřřêkî gerd û badî şewî qehrîye xezan
dûrî lew, agirêke be cennet deka ceḧîm
řewḧê le qurbyaye be dozex deka cînan
dûrî eger bełaye, nizîkîşe îbtîla
dûrin le ḧesretan û nizîkin le ḧîretan
her kes be baregahî celal aşnatre
zyatir qisey le weḧşet û dehşet deda nîşan
gwê keř debê le ẍulẍulî sibḧan ma ’irfErebî
nakErebîey ’enadîlî çemenistanî asman
eḧmed ke ekmelî beşere lem meqameda
řutbey kemalî ’îczî le la awḧisîErebîye ’eyan
pes min ke kemtirînî dwa ummetî ewm,
çîm û çi quř bikem be sera, çî bikem beyan
meḧwîNasnava edebî! edeb xemoşî û meḧwîyete legeł
nesrewtinêkî, ye’nî be dem derdewe gilan
giryey be kuł, be dił le xerafatî xo xecił
nałey diłî şewan û henasey seḧergehan
her ew henaseye ke bida fênkî be dił
bew taqe nałeye ke biga germyê be gyan