gułekem

Li pirtûka:
Diyarî Mehabad
Berhema:
Mela Xefûr Debaxî (1927-1990)
 2 Xulek  647 Dîtin
gułekem bo gułî řût ’aciz û matim be ẍews
takû jêr gił dexrêm her be tematim be ẍews
were awatî diłim, şewq û řûnakî miziłim
min ke tom la nebî, bê sebir û sebatim be ẍews
teř bibê lêwî bebarim le ziney şîwî meman
wa dezanim ke le ser awî ḧeyatim be ẍews
řûm bideytê le cîhan bextewerem, tacî serim
dest dirêj û mezin û mîrî wiłatim be ẍews
bêtû lêm tûře bî, giryane beşim, çareřeşim
her heman çawledes û bê desełatim be ẍews
zor nexoş û kelelam ew deme nadyarî le lam
bawî şadî û neşeme, katê le latim be ẍews
řeştirîn řojî jyanî mine dûr kewtinî to
xoşbextitir beşerim ta le penatim be ẍews
pê le małim mebře, şerte be şanazîyewe
ḧazrî xizmetî ew kewşe le patim be ẍews
gułekem, ḧorî leqa, xunçegułî baẍî sefa!
bulbulî şêt û ewîndarî wefatim be ẍews
bese zîndanî cefa, bimgire amêzî wefa
be ser û małewe qurbanî wefatim be ẍews
řojî min řeş meke çeşnî welî dêwane,Kes dexîl
piř le nakamî debê gişt dem û katim be ẍews
bê miradane meger dest deme keşkoł û ’esa
wêł û şeyda bim heta mawe ḧeyatim be ẍews
eme awatme: hergîz le penay to nebzûm
takû dwayî temen û wext û se’atim be ẍews
aşekonêk û ḧesîr û xewî ser baweşî yar
wa dezanim ke le naw koşk û qełatim be ẍews
keylî bê meylî û bîmar û xefetbar û kizî
siřî û sardît û kemî şerit û beqatim be ẍews
şoxî şîrîn, were lam tawê, nexoşî desî tom
dest le destim de, biłê heste şîfatim be ẍews
ah û nałîn bese, luqmanî wîsalit le kine
derdî diłdarîye xistûtî, dewatim be ẍews
êş û azarî leşim derke be maçêkî demit
şeketî kułmî geş û lêwî nebatim be ẍews
bezeyît bê be minî çareřeş û pîr û kesas
ḧafizNasnava edebî m, musteḧeqî xêr û zekatim be ẍews