zincîre

Li pirtûka:
Diyarî Mehabad
Berhema:
Mela Xefûr Debaxî (1927-1990)
 1 Xulek  899 Dîtin
ew bejne lebaret ke dełêy xełfî çinare
bew pirçe dirêjanewe lêm bote qenare
zincîreyî sîntoye meger pelkeyî şořit
bo girtin û xinkanî gelî kurdî hejare
bo kuştinî têkřayî çi çalake mijołit
lem xełke ke çewsawe lejêr barî pejare
wek bendî qiził qeł’e deçê çałî çeney to
herçî çû beşî cezrebeye, qemçîye, dare
egrîce ke fermanberî sawakî birote
dîlî desî ew řûřeşe zyatir le hezare
kêt kuştuwe wa şahîdî xwênxorîye lêwit
nînokî desîşt ke be xwên da çuwe, dyare
tozê bezeyît naye bewaney ke le tawit
wêłn le der û deşt û cêyan kêw û nizare