çîm gereke

(dermanî birîn)
Li pirtûka:
Diyarî Mehabad
Berhema:
Mela Xefûr Debaxî (1927-1990)
 2 Xulek  567 Dîtin
bu deway kone birînim, meyî konim gereke
kaseyek piř le meyî mîsyolî’onim gereke
gułî bê bon û beram dîmenî bê nirxe le lam
min gułî ałî ’etirdar û bebonim gereke
min bizey lêw û qisey xoşe debziwênê neşem
key miřumoç û xułq naḧez û monim gereke?
nanî wîşkî qewetî mişke, heta bom delwê
piştemeẍzey qełew û çêştî beřonim gereke
qet be kîlo û sîye têr nabê zigî xom û minał
des bida mîwe be xerwar û be tonim gereke
yarekem zîz buwe, lêm dûre, biłêy aştî webê?
gwêm le dengî nîye, şêt bûm, telefonim gereke
dił be sed hawełî bê mêşk û nezan nasrewê
hawdemêkî wekû tomas edîsonim gereke
bo teselkirdinî xom û gelî damaw û hejar
serwetî řakfîlêr û lord kerîtonim gereke
demewê řazî derûnim be xełk řageyenim
dû bilîndigoy mezin û maykiřofonim gereke
kot û şałwarî uřûpayî îtir nakeme ber
řank û çoẍey merez û deskirî xonim gereke
le temaşay şeq û top bazîy ulempîk weřezim
ḧoqeḧoqî keł û gamêş û şeqonim gereke
herkesê dostî gelî kurde, be dił xoşim ewê
ew kesey mîlletekem nayewê, çonim gereke?
tirs û bakim nîye, wîstî gelekem derdebiřim
xełke lêm kowe bin, emma tirîbonim gereke
min le řojnamewe exbarî seḧîḧ nayete gwêm
radyoş lutfî nîye, telfîzyonim gereke
şarekem layekî řûxawe be çî çakî wekem?
ehek û asin û sîman û bîtonim gereke
ḧafizNasnava edebî m, nîme be makîne weşorim cil û berg
řeqe sabûnî meraẍe û esponim gereke
xwardinim kem buwe, çen ḧefteye gîrawe medem
pîpsî sard û swên ab û sîfonim gereke