şoxî awayî
Li pirtûka:
Diyarî Mehabad
Berhema:
Mela Xefûr Debaxî (1927-1990)
3 Xulek
880 Dîtin
le kwêy ey şoxî awayî?! diłim toqî be tenyayî
řewa ta key debînî pêm, meraq û meynetî cyayî
lewanem terkî dinya kem «welî dêwaneKes» asayî
«bih kuh û dişt ru arim, bih cay ’iqil, şîdayîFarsî
gizînim; çun zind ayn ’işq pîrî sir bih riswayîFarsî»
le kwêy ey yarî şîrînim! deway derdî diłî zamar!
minîş wek qeysî petyare xerîke şêt bim û fêdar
le dûrî leylî bê meylim pena berme kej û kosar
«bya ay şux şîrîn kar! mira diryab micnun warFarsî
ẍibar aludih û julîdih mu, çun ẍul siḧrayîFarsî»
de tuxwa pirçî piřçînim le mil ałêne çeşnî mar
le darî bejnî berzim de, heta zûtir bibim řizgar
le jînî piř le jan û ’îşqî bê akam û cewrî yar
«tirḧim kin bih aşk can gizar û ah atşibarFarsî
z ahim bî giman suzd rwaq çirx mînayîFarsî»
le dest çû ’îzzetî nefsim le řêgey wesłî diłdara
be bednawî eben nawim le kořî yar û eẍyara
leser to bûme gepcařî kes û nakes le dê û şara
«ziman axir nixiwahd şid kih yik şib kilbihî ma raFarsî
bih yimin miqdim û mihtab rixsarit byarayîFarsî»
le pênawî ewînim nawe jîn û dîn û dinyakem
leber lome û twancî dost û dujmin xo le kwê řakem?
derawim lat eger řûn bê le hîç kes şûreyî nakem
«çinan mist mî ’işqim z ti’in dihir bîbakimFarsî
şum xak rihit gir qilb naşadim byasayîFarsî»
be dûta wêł û ’ebdałim minî damaw û bêçare
le tawit wek biramirdû şepoř û şîwenim kare
be cwanît swênd dedem řuḧmê bike bem pîrî petyare
«migîr az min kinarh, si’î kin cana kih yikbarhFarsî
tişxis ra kinar andazî û ba min kinar ayîFarsî»
be pênûsî qeza destî qeder bo ême way nûsî
beşî to tûřeyî û ’aşiqikujî bê, min zimanlûsî
ke wa bû ḧazirim bo xizmetî pêław û pabûsî
«qidim bir dîdganim nih pis az nîm qirin mٲyusîFarsî
bih çişmanim kih şayd baz girdid nur bînayîFarsî»
le to zyatir penay dîkem nîye bo kê berim hana
le ser xał û xetî to î’tîbar û abřûm dana
diłim mêşî gułî řûte, serim goye le meydana
«sirit girdim siraẍ ’aşiq zarit bya canaFarsî
kih can bir lib şid az sudayt ay algiwî zîbayîFarsî»
binazim bew qed û bałaye ey şoxî lexořazî
le naz û nî’metî cwanî beşt zore, gelê sazî
heło le birew dexa çawit, ẍenîmî tawis û bazî
«hilal abru, tu şim’ cim’ mihruyan mimtazîFarsî
cimalit aftab ast ar niqab az çihirh bigşayîFarsî»
le cwanî û pakîya zyatir le xatûzînî botanî
xezałî laseşoř kemtir le to bû şoretî cwanî
kenîşkî kafroş nagate çawit mestî çawanî
«zilîxa tili’it û lîlî wiş, şîrîn zinxdanîFarsî
siziz cana zinim gir laf wamq, çun tu ’izrayîFarsî»
kirasêke leber todaye şox û şengî, cwançakî
ewî cwanan le layane be bejnî to biřa pakî
le tîre û hozekanî kurdewarîda eto takî
«firiştih xilqitî, ḧurî siriştî, girçih az xakîFarsî
sinubir qamit û sinbil ’izar û siru balayîFarsî»