kiçî sine

Li pirtûka:
Diyarî Mehabad
Berhema:
Mela Xefûr Debaxî (1927-1990)
 3 Xulek  915 Dîtin
dił fire keşteng û keylim bo kenîşkêkî sinh
tîrî birjangî le sînem dagih, giştî kun kunh
xał gelê xwakird û wird wird ha weban gunayewh
ḧaşyey zułfîç le dewrî, cêy mitała kirdinh
nûkî peykanî mujey, azaye bo pêkanî dił
paşekewtî made pîşey dyare ’aşiq kuştinh
ew kenîşke dostî kurde û dujminî bêganeyh
xa’înî mîllet birayçî bê le tekya dujminh
zîddî sersextî berey dagîrker û zordarîyh
diřkî çawî xêłî îstîsmarger û xwên miştinh
herkesê napak û ẍayen bête berçawî weha
girj ewê û lêy moř ewêtew, êjî peykî mirdinh
wesif û tarîfî tewaw nawê le cwanî û pakîya
şox û bałaberz û terz û pelkeşoř û pirçinh
manî gêc û ḧol eka, qewsî biro û nexşî tewêł
’eqłî eflatûn le çałe qûtî gerdinya winh
lêwî le’ilh, dyan gelî wêney duř û mirwarîyh
’eynî nuqres goy çenagey, sîne pan û goştinh
lûtî lîmoyh, be tîxêkî tełayîn dû kutih
ger diroy tya wê, hemû deynî ewm bem gerdinh
çawgelî dû zengîy tya hes, tîr exen bo genc û law
dû biroy peywestî, şimşêrî qelaço kirdinh
textî sîney camî cem, řûmet gułî baẍî îrem
awî safî zemzemî çî?! ha le jêr say gerdinh
memkî ew ciftê şemames ya dû goy mercanîyh
řûy wekû mangî şewî çwarde şefaf û řoşinh
awî ser çeşmey ḧeyate areqî sîne û memî
gerdî pêławî, kilî sînaye bo çaw řiştinh
afete bo gyanî nakes, řaḧetî řuḧî kesih
noşî hes bo aşna gel, nîşî bo gyan dujminh
ew serapa cwanîyh, nextałê ’eybî tya nîyh
ta xwa ḧez ka metîn û ba wîqar û şerminh
xoretawî řûy be çeşnî kabe qîbley ’alemh
şewřeşî zułfîçî bo îman le merdim sendinh
herçenê bêjî kenîşkê xasih, emma daxekem
merdim êjin kem qises, tozałê tûře û tosinh
îse to bêjî bitanim řojê biçme xizmetî
bêjim ey ahûy xuten, ey sûr gułî şarî sinh
kwêr û nabînam û rêş çermû, le dûre û hatgim
’erz û ḧałim hes, eşê gwê beyte em ’erzî minh
aşna bûgim le tekta min le şîrînî xewa
to diłit birdim be gifit û lifit û xiringey bazinh
dengî to wek kareba muçřikî hawirde leşim
etut azam giştî maran gazih, derzî ajinh
’eşqî to dagye le kellem, bê qirarmî kirdigih
yadî to bo min le batî xwardinh, hem xewtinh
nawmese jêr pay xeyałit şoret û naw û nîşan
yadî pîrozit le diłma ta demî koç kirdinh
gerçî êjin: «’işq pîrî sir bih riswayî zindFarsî»
çare çes? cergim be xencêrî fîraqit cin cinh
wa îtir xum xiste dergat û şifa û lałem fires
arezû û awatî wesłet takû řojî mirdinh
bîke xêr cwanît û saqey ser, le qapîm dermekih
nagerekye xwa, kesê pîşey geda derkirdinh
gerdin û řû û sîne derxe, bêje ḧafizNasnava edebî bê berew
dyare îdey to gułe; tawê le baxim gułçinh