siławêkî piř mana

Li pirtûka:
Diyarî Mehabad
Berhema:
Mela Xefûr Debaxî (1927-1990)
 5 Xulek  631 Dîtin
siław bo xakî kurdistan û xełkî zît û wişyarî
siław bo kurdewarî, bo tewawî ehlî dê û şarî
siław bo nîştimanî cwan û şaxî berz û befrînî
siław bo bendenî bijwên û kanî saf û sazgarî
siław bo qełbezey awî telan û řijd û hełdêrî
le binya zîx û çew, denwênê wek yaqût û mirwarî
siław bo dîmenî terzî çyay zenwêr û sersewzî
siław bo şîw û doł û řistetawił û çîẍî meřdarî
siław bo gişt derudeştî, beheştî geşt û seyrane
siław bo xuřxuřî řûbar û mêrg û çîmen û darî
siław bo komełanî xełkî zeḧmetkêş û areq řêj
siławî taybetî bo çînî cutyar û kirêkarî
siław bo ew bira werzêře wa cergî zewî dedřê
heta jînî me dabîn ka le dahatî zewîwzarî
siław bo ew bira dirwênewaney takû şew dadê
legeł kerx û meło û das û mełeẍane serukarî
siław bo ew kesey şetłanî areq bû le mezraye
dem û lêw wîşk û tawbirdû, peřîwe řengî řuxsarî
siław bo ew kesey hênd manduwe û kwêrewerî zore
şewê nanwê letawî şan û pîl û êş û azarî
siław bo ew kesey karî bijare û deskene û binkoł
gelê maqûłtire dest û pilî qełşîw û zamarî,
le destî nask û nerim û sipî û bêkare wu tenbeł
leser xełkî beřêdeçin û dexun nanî minetbarî
siław bo ew kesey dejyênê mindałî be fe’layî
be hêzî leş bijîw peyda deka, pêy şerme bêkarî
siław bo ew kesaneş bê debirjên ta debirjênin
hemû dem nanî gołpeřşe û beharû û genmeserdarî
siław bo ew kesey îde û meřamî xizmetî xełke
hemîşe yarmetî damaw û lêqewmawe akarî
siław bo ew kesey jînî bext ka bo gel û hozî
hetakû dwa henasey ber neda řêbazî řizgarî
siław bo lawî řoşnibîr û gencanî bebîr û jîr
siław bo mîllet û řołey emegnas û wefadarî
siław bo řapeřîn û şořşî azadîxwazane
siław bo qudřet û hêzêk nixûn ka koşkî zordarî
siław bo ew şehîdaney ke xoyan kirde qurbanî
le řêy amancî berza bûne sermeşqî fîdakarî
siław bo nûseran û honerî diłsoz û têkoşer
siław bo řêberanî řasteqîne û tîpî xwêndikarî
siław bo taqmî pêşřew, berey řizgarî xwazî kurd
kewa hêrş deben bo ser nîzamî zułim û jêrbarî
siław bo koşiş û hewł û xebatî xełkî çewsawe
le dij yasaw řijîmî naheq û cewr û sitemkarî
siław bo îtîḧad û yekyetî gişt komełanî xełk
le mamosta û qutabî takû kasbikar û bazařî
siław bo pêşeway dînî ke řê nîşanderî xełke
be mercê kirdewey yek bê le geł şîrînî guftarî
siław bo ew kesey cêy baweř û mitmaneye bo gel
be mû têyda nîye pêç û pena, lêy naweşê xwarî
siław bo ew kesey řast û nyet pake legeł xełkî
be sûdî mîlletî kurd û gelane terzî efkarî
siławim herçî bû pêşkeş be êwey xoşewîstim kird
lemeř xomanewe çen metłebêkim dête ser zarî
tikakarim le xełkî şar û ladêkanî kurdistan
le gwê megirin qisey kes ta nezanin çone etwarî
kesê îmřo qisey xoşe, eger ’eybî bû meypoşe
debê řûn bêtewe dwênê çilon bû jîn û řeftarî
gelê hen wek birayek dên û detdiwênin be diłsozî
bełam me’lûm debê sozî ke pêwey dawî wek marî
gelê hen ême dedwênin le esła gêreşêwênin
cudayî û dûdłî û nakokyan hênawe be dyarî
gelêkîş hen kuřî řojin, zemane milkeçî kirdûn
degořn řeng û řûyan, dêne naw komeł be naçarî
legwê megirin qisey her kes ke bonî tefreqey lêdê
qisey bab û biraşt nařewa bû nabê weyşarî
bełê řêwî deẍeł şêr û piłingîşî firîwdawe
be gifit û liftî şîrîn û be řawêjî dem û zarî
le serman yekyetî feřze, debê têkřa becêy bênîn
debê pişt û penay yek bîn û bigrîn destî hawkarî
biray hawpiştî yektir bîn heta bêgane netwanê
bixate nêw sefî ême kelênî qîn û lasarî
birayek tazeman dîbê, gelêk pêwîste bînasîn
lexora ba nebîn tûşî qiře û cencał û nabarî
eger sertan le honrawey ẍefûr hêşawe bimbûrin
be qurbanî tewawî xełke xoy û beyt û eş’arî
qisem hêşta gelê mabû, mebestim zor le diłda bû
bełam çibkem qełem çîdî nekirdim komek û yarî