le daẍî zulfî yar û ’arîzî wek lale sûtawim

Li pirtûka:
Dîwanî Wefayî
Berhema:
Wefayî (1844-1902)
 1 Xulek  716 Dîtin
le daẍî zulfî yar û ’arîzî wek lale sûtawim
be řengî lale boyê daẍdar û ẍerqî xwênawim
dû çawî meste bêbade, melayk řû, perî zade
perî dêwaneyî kirdûm, melayk destî lêdawim
le sewday xettî yaqûtî leb û kakołî řêḧanî
wekû zulfî şiksite têkşikaw û xaw û şêwawim
leber çawit ke řemzî nuktebazî mektebî ḧusne
weha mestim le řengî ḧerfî me’na lewḧî şorawim
le nêw seylî suruşk û sozî dił ḧeyran û mebhûtim
le dûrîy to ’eceb mawim! ne xinkawim, ne sûtawim!
’îzar û zulfî to - bêşk - şew û řoj pêkewen emma
şew û řoj pêkewe? lew weche min ḧeyran û damawim
telîsmî bable, sîḧrî ḧełałe - qed řeha nabim -
wefayîNasnava edebî! ya be dawî zulf û řemzî çawe gîrawim?