nivîsarnasî
1- «dimdim xanê kurda» ke ḧimêyê memed gotîye, 50 salî, nexwendî, ji gundê sabûnçîCihê, li ser nehîya talînê, kolxozvan, zuqurî, wekî dinê ji ’êla cangîr aẍayê xetîf axa, ji bereka berava. hemê li gundê qizlidizê ji dîya xwe bûye li ser vîlayêta wanê. sala 4191 - a ’êla zuqurîya tevî ermenyêd cînar cîşhitî dibe, tê ermenîstana rohlatê. neferê mala zarbêjê me tevî gelek gundyêd xwe têne gundê sabûnçyêda dihêwrin. di wî gundîda, wekî nîvî kurmanc, nîvî ermenîye hemê memed çinîn - çandinê dike, dibe kolxozvan.
bi gotna zarbêj şaxêd êposa «dimdim» nava kurdê alyê wanê gelekî ’eyan bûne: «bawerîya te hebe, - ewî digot, - her gundekî cînarê me qe na pênc - şeş dengibêj - zarbêj hebûn, hilbet, ew jî hostayê baş». a ji wan hosta yek jî bedoyê (bedrê) ḧeyderî bûye. bedo usa jî sinxçîkî erhede bûye.
saya pêşek û dengibêjyê navê wî li her dera hebûye. hemêyê memed eva şaxa «dimdim xanê kurda» ji bedo hîn bûye.
zarbêjê me, wekî usa jî dengibêje, wexta gotna evê şaxê, usa hewas û teqil digot, te hew zanbû, ’eskereke nava şêřda. bi mîmîka dev û çevê xwe, bi dest hejandina xwe, usa şeřqîn - şîqîn digot, çawa dibêjnikimerv ne bikira, ne bixiwera, tek li wî binhêrya, sitran - gotna wî bibhîsta. «ez nava şeřada jî bûme, - ewî bi kubarî digot, - ez jî dengibêjekî cangîr axa bûm. me li serderavê (serdarapatê) pêşîya ’eskerê romê şeřekî xweş kir. min bi kilama «dimdim» helan dida bêlûka me:
me û جەردۆێ gênco şaxa «dimdim xanê kurda» sala 1913 - ê, 26 - ê oktyabrê ber nivîsî, wexta êksipêdîsîya komîsarîyata ronkayê ya ermenîstanê s.s.r, ko bona berinvîsara zargotna cimeta kurd hatbû teşkîl kirnê. kurdizan pirofêsor asatûr xaçatryan serkarî li êksipêdîsyayê dikir, جەردۆێ gênco- nivîskar, rêdaktorê rojnema «rya teze», ez û karo zakaryanê kompozîtor- endemê êksipêdîsyayê bûn.
2- «dimdim» - bekirê (bekoyê) ’ecem gotîye, ji gundê keleşbegê, li ser nehîya talînê, 60 salî, nexwendî, kolxozvan. ew ji ’êla zuquryane, ji bereka mendika. navê gundê wanî berê çibuxlî bûye, li ser vîlayêta wanê.
mervêd wê ’êlê, ko çend berekêd wê hene, çawa belekera, divînîya, maseka, mendika, mendesora, reşa, receba, usa jî xwe rojkî hesab dikin.
’êla zuqurîya, çawa pêşda hatîye gotnê, sala 1914 - a tevî ermenyê cînarê xwe bi zor û cefakî tên dighîjne ermenîstana rohlatê. wexta muhacryê rêva gelekê wana destî ’eskerê romê têne kuştinê, birîndar kirnê, talan kirnê. herçê sax mayî hêja berek - berek dighîjne hevdu, cî - warê tezeda bere - bere ji xwera dibin xweyî gund, mal û avayê teze.
bekir jî rêva gelek telî - tengaya dibîne: kuştin, talan - tajan xwelayî, birçîbûn, nexweşî, mirin. ji mala bavê bekire 30 neferî, pênc merv dimînin û bekir tevî herçê qewmêd xweye silametra tê gundê keleşbegêda cî - sitar dibe.
bekirê ’ecem dengibêj û zarbêjekî erhedeye, nava cimetêda hatîye nas kirnê, qedrê wî nava cînarada heye. «ez, - ewî digot, - carna sibê heta êvarê distirêm: ne kilam xilaz dibin, ne dengê min tê biřînê...» ew gelek û gelek nimûnêd zargotna cimetê zane, lê sed heyf wê carê wextê me tunebû ew nimûna qe na pirhindikî ber binvîsya, lê paşê jî îda dereng bû...
bekirê ’ecem şaxa «dimdim» xortanîya xweda bihîstîye û hîn bûye. «bavê min, - ewî digot, - li gundê meyî çibuxlyêda dengibêjê xetîf aẍayê cangîr axa bûye. gişka ew nas dikir, wextê şaya beyt - serhatî, kilam digotin, lê wextê şînê- nivêjok digotin. ez jî gelek tişt jê hîn bûme, usa jî beyt - serhatîya «kela dimdim».
me eva şaxa «dimdim» sala 1932 - a, havînê li gundê keleşbegêda berinvîsî. wî çaxî, ji alyê înistîtûta tarîqa kûltûrayê ya ermenîstana sovêtyê êksipêdîsîya folkilorê hatbû teşkîl kirînê. pirofêsor karo - mêlîk ohancanyan serkarî li wê êksipêdîsyayê dikir, lê kurdizanê asorî yosîf moragûlov û ez endamê ewê êkpêdîsyayê bûn. hema wî çaxî jî me eva şaxa berinvîsî û bi destî me cara pêşin di nava berevoka «folkilora kurmanca» - da hatîye çap kirnê (yêrêvan, 1936 rû 567-578 ).
3- «xanê çengizêrîn» - pîr hemoyê ḧesenê çolo (çoloyan) gotîye, 70 salî, nexwendî, ji gundê qizneferê, alyê tendûrekê, li ser qeza sûrmelyê (îdrê). sala 1918 - a êzdyê wê derê tevî cînarê xweye ermenî, koç dikin têne ermenîstanê. gundyê ḧemo têne gundê dûzkendê (naha beroj) li nehîya talînê.
ḧemoyê ḧesen wextêda pênicberî kirîye: şivanî, gavanî. naha xebata kolxozvanyêva mijûle: ew, jin, neh kur û qîzêd wî kolxozêda dixebtin.
sala 1943 - ya, wexta em çûne gundê berojê, îdî 25 - ê yûlê bû, wedê nan dirûnê. sale xirab bû, welatê me nava şêřê hemdinyayêda bû. ez çûme nava bêderêd kolxoza gund. hemoyê zarbêj dûrva nîşanî min dan. ewî maşîna nên ba dida. gelekî qewat bû û sifte min tê dernexist, wekî ewî çevada belengaze, çimkî zef rind û rast maşîne ba dida, lê paşê her tişt bi min ’eyan bû. ewî digot: «çevronkaya çeva, evana tenê xeberin, lê wexta qezîya mêrv diqesde, hêja nêta wan xebera kûr fem dike, fem dike, çika nava wan xeberada çiqas zelûlî hene. lê tu were, xeysetekî minî rind heye, ez ewî ḧalê xweda jî bê xebat namînim wexta xebatê ez her xem û xerêq, tiştêd canzêrandinê bîr dikim. ruḧê min teze dibe, bi xebata xwera distirêm - dilê min riḧetdibe».
hemoyê ḧesen şaxa «xana çengizêrîn» ji apê xwe hîn bûye, hela wexta li tendûrekê bûne. çawa ew, usa jî zarêd wî nimûnê zargotnê gelekî zanin. hemo digo: «çawa ’edetê me tirêqane, ez timê zarêd xwe hînî nimûnê zargotna dikim, hînî ulim dikim, wekî nava miclîsada şeřmî nebin».
zarbêjê me eva şaxa «xanê çengizêrîn» bînekê mera got, lê usa makkirî got, wekî tu çetnayî, weklandin pêşda nehat: li pêşya me ’eynî hostekî xebera seknî bû. diqaqcî, wekî her xebereke wî cyê xweda bê nivîsarê.«xeber, - ewî digot, - mîna kevranin. wexta dîwara datînin, gotî her kevir cyê xweda be, ḧergê na- yanê dîwarê hilşe, yanê jî wê xiloxaço bêne danînê: ne rind û ne bedew».
belê, me eva şaxa êposa «dimdim»li bêdera kolxoza gundê dûzkendê nivîsî, me kir ko dîsa wî mervê xeberhosta bida xeberdanê û çend nimûnê zargotna dinê jî ber binvîsya. lê, heyf, seknandina maşîna nankutanê nedbû. hemê gotî bixebtîya, çawa ewî digot, wekî «zûtrê nan bigîhandana firontê». eva şaxa «xanê çengizêrîn» ji alyê xudanê vê xebatê bi zimanê ermenkî hatîye tercime kirnê û çap kirnê («kirdakan folkilor», joxovasû, êrêvan, 1947 , ej. 153-165 )
4- «dimdim»- şamlê bekoyê dewrêş gotîye, ji gundê hekko, li ser nehîya talînê, 40 salî, nîvxiwendî, ji bereka îsedza, ji ’êla sîpka, kolxozvan.
sala 1918 - a mala bavê şamil tevî êzdî û ermenyê qeza qersê, ji gundê xweyî ênkûkê muhacir dibin, têne ermenîstana rohlatê. wê şûnda, herçê ji qira ’eskerê romê û nexweşyê ḧal xilaz bûyî, koç dikin, diçne bajarê tibîlîsyê. apê şamil jî diçe wî şeherî, dergevanyê dike. şamil, ko êtîm mabû li mala apê xwe bere - bere hînî zimanêd gurickî, ermenkî û ûrsî dibe. salêd ko ewî li wêderê bû ( 1921-1926 ), lazoyê (hakob xazaryanê) kurdizan li bajarê tibîlîsyêda bi qirara komîsaryata ronkaya rêspûblîka gurcistanê bona zarêd kurmanca mekteba întêrnatê vedke û pêra jî serwêryê li wê mektebê dike, pêra jî pê kitêba xwe, ya bi navê «şems» dersa zimanê kurmancî dide. aha li wê mektebêda gelek zarêd êzdyê cîşhitî têne qebûl kirnê. ji wana yek jî şamlê beko bûye.
wextekê şûnda, pey zewacêra, tevî gelek gundyê xwe vedgeře tê ermenîstanê, li ewî gundê hekkoda mala xwe ava dike. şamil, çawa yekî xwendîyî serwext, gundida dikeve ser xebatêd cuda - cudaye cabdar, li herdera xebateke hêle dike.
wexta em li wî gundî bûn, me pirs kir, çika qe kî şaxêd beyt - serhatîya «dimdim» zane? kesekî jî li xwe heq nekir. wî çaxî tenê şamil hate ortê û go: «ez zanim». der û cînarêd wî ecêb man, gotin: «çawa, tu zanî û te qe mera negotîye?» şamil go: «li bajarê tibîlîsyêda min seḧ kirîye û hîn bûme, got, - wekî ew beyt - serhatî hîmlî xelqê zuqurî zanin, yêd ko ji alyê wanê muhacir bûne. xelqê alyê me qersê, yêd axbaranê wê beyt - serhatyê qet nizanin, yanê jî tek - tûk merv zanin. go, ji yekî zuqurîyî dergevan ez hîn bûmekij sehîdê resoyê dengibêj». ’eyan bû, wekî ew gelek kilamê keçka jî zane, lê şeřmana ewî nava cimetêda negotîye. «kilam, - zarbêj digot, - ew ’emrê mêrv şîrin dikin, merv bi wana can dibin, xem û xîyalê xwe bîr dikin. kilam - ew dermanê diln, nahêln merv pîr bibin». xênj«dimdim », ewî usa jî meselok û xeberok mera gotin. lê salêd paşwextyê, sala 1960 - î, gava em careke dinê jî çûne gund, ewî îdî hewas nekir tiştekî bêje, nexweş bû...
eva şaxa «dimdim» 23 martê sala 1944 - a li gundê hekko da hate berinvîsarê.
5- «xan dimdim»- ئاتۆێ tozo ladoyan gotîye, 80 - ê salî, nexwendî, gavanê gundê ’eyanlûyê (naha davîtaşên) li ser nehîya talînê.
ato li gundê xweyî berêda jîkil arxandê (arxûndê) li ser qeza bîtlîsê, dîsa gavantî kirîye. o, hergê roja îro usayî serxiweşe, gelekî jîrî jê hatîye, ew yek hîmlî bi pêşekê wîyî hizkirîra - gavan tyêra, tê girêdanê. «darê dinêda, - ew dibêje, - ji bona min gavantyê xweştir tiştek tune. gav û sehet nava hewa temizda: gul û gîhê hezar rengî, bîn û boxa wan, li nav gelî û geboza, çil û çya - ew gişk ruḧê min teze dikin... bawarya te ji xwedê hebe, heta naha, navê nexweşyê çye, ez nizanim, rojeke rojxûnê ez neketme nava cî - nivîna». ew gelekî kilama zane, bi hewas distirê, ew usa jî tulmê dixe.
zarbêjê me çawa êposa «xan dimdim», usa jî nimûnê zargotnê dinê bi du zimana - ermenkî û kurmancî dibêje û dist rê. bi gotna ato gundyê wana geleka «xan dimdim» zanbûn, diçûn zîyareta «kela dim dim», qurban şeřjê dikirin. me «xan dimdim» him bi zimanê kurmancî (ewî kurmancî zef rind zanbû), him jî bi zimanê ermenî berinvîsîn.
eva şaxa «xan dimdim» ya ato ladoyanê sasûnyê, 28 - ê avgûstê, sala 1944 - a li gundê eynelûyê hatîye berinvîsarê.
6- «xan dimdim»- sitêpanê margar şaroyan gotîye, 75 salî, nîvxiwendî, ji gundê nêrkîn xaraxaymazê (naha nêrkîn sasûnaşênê), li ser nehîya talînê.
s. şaroyan li gundê xinzorê li ser qeza bîtlîsê ji dîya xwe bûye. wextê xortanya xwe ji gundê xwe dero - dero dibe: diçe şehera, gunda, wekî îdarekê dest bîne. wan wexta jî hînî çend zimana dibe, çawa zimanê kurmancî, erebî, tirkî. sala 1918 - a tê ermenîstana rohlatê û di wî gundîda jî hêja dibe xayê mal - avayê teze.
s. şaroyan gelekî ji zargotna kurmancyê ḧiz kirîye, nimûnê wê zargotnê gundê xweyî berêda hîn bûye. şaroyan «xan dim-dim» him bi zimanê kurmancî, him jî bi zimanê ermenkî dibêje. me gotna wî bi herdu zimana jî ber nivîsî. «ez, - ewî digot, - wexta bi zimanê ermenkî dibêjim, herçê parêd vekirî bi zimanê ermenî dibêjim, lê parê derecê çap kirî - bi zimanê kurmancî, bi kilamkî dibêjim, paşê, bi cûrê vekirî, vedgeřînim ermenkî, lê bona kurmanca - gişk kurmancî dibêjim. ewe, min çawa ji kirîvê xweyî esed bihîstîye, usa jî dibêjim».
şaroyan dengibêjekî hostaye, ’eynî qisebêj. wexta «xan dim-dim» digot çevêd wî dibirqîn, herdu destêd xwe pêşda û paşda dibir, bilind û nimz dikir, lingê xwe ’erdê dixist, te digo- ’eynî şeře, diçe nava şêr, yan jî wê gavê nava şêrdane. eva şaxa «xan dim-dim» 29 - ê avgûstê sala 1944 - a li gundê nêrkîn xaraxaymezê (naha sasûnaşênê) hatîye berinvîsarê.
7- «xan dimdim» - zêdo جبراێلیان gotîye, 07 salî, nexwendî, binelî û şivanê çorord gyûxêye (naha kaxsiraşên) li ser nehîya artaşatê. raste, zarbêjê me êpêce ’emir kirîye, lê hê ser benga xweye, serxiwe, xebatçîkî hêle. ew yek dupa girêdaye bi ’emrê wîyî şivantyêra. derḧeqa şivana meselokê cimetêye aqlibend divêje: «şivan darê çamêye». şivan saxlemin û ’emirdirêj. dengê جبراێلیانێ şivan zîzî xweşe, mervekî devkenî û ḧazircabe. «kilam - sitran, bilûrê xistin - hemîn ew karê mine, - dengibêj dibêje, - bê kilam merv dikare pêz biçêrîne. pez ji kilama hiz dikin: kî alî deng- seda şivan tê, ew jî xwe li wî dengî digirin û tên dora wî dicvin- ji xwera yanê diçêrin, yanê jî mexel tên. bona çêrandina pêz, tu tişt dewsa bilûrê nagre. nêrî gelekî ji lêxsitina bilûrê hiz dikin - didin pey şivan, pez jî xwe didne pey nêrîya».
zêdo, wekî ji gundê cênûkêye, alyê şataxê, kurmancî zef rind zane û bi wî zimanî gelek nimûnê zargotnê zane. wextê ewî şataxê bûye, tevî rênicberê kurmanca şivantî kirîye û ji wana ne ko tenê ziman hîn bûye, lê belê, usa jî kilam û miqam. beyt- serhatîya» xan dimdim ji begzada hîn bûye, yêd ko nava gundada, zomada, qijlada ’êl bi ’êl digeřyan, bi kilama ebûra xwe dikirin: li her dera distiran, direqsîn, xelqê jî tişt didane wana- pere, xarin...
eva şaxa zêdo جبراێلیانە «xan dimdim» 3 - ê sêntyabrê sala 1943 - ya li bajarê yêrêvanê hatîye berinvîsarê.
8- «xan dimdim» reşo mûradyan gotîye, 70 salî, nexwendî, binelyê gundê şahablûrê (naha şahab) li ser nehîya xarabaxlarê (naha artaşatê). reşo mûradyan li qeza şataxê, li gundê kaçêtê ji dîya xwe bûye. gundida rênicberî, çinîn û çandin kirîye. wextê şeřê hemdinyayê pêşin muhacir dibe tê ermenîstana rohlatê û ewî gundê jor bîranînda dibe mal - avayê teze, bi neferê mala xweva gundida dibin kolxozvanê pêşin.
derḧeqa zanebûna nimûnêd zargotna wîye kurmancyêdak - me nava berevoka pirofêsor - doktor manûk abêxyan û k. mêlîk - ohancanyan «sasna sirêrda» xwend (yêrêvan, 1936 , rû 755-757). k. m. ohancanyan dinvîse: reşo xênj ḧikyat û kilamê ermenî, usa jî bi zimanê kurmancî «xan dim-dim», «mem û zînê» û beyt o kilamê dinê zane». bona wê yekê jî, sala 1954 - a em çûn şahablûrê, me reşo dît û jê hîvî kir, wekî şaxa «xan dimdim»- ê mera bêje. ewî ji kevanyê tase ’araq xwest, kêfa wî wa xweş bû û ḧazrya xwe ’eyan kir.
zarbêj eva şaxa bi navê «xan dimdim» ji gundyê xweyî kaçêtê, ji dengibêj - zarbêjekî ’eyan zêdo temoyan hîn bûye. «gundyê me gişk jî kurmancî zanbûn. ez bi xwe jî dengibêjekî wa naskirî bûm him nava ermenîyada, him jî nava kurmancê alyê meda», - got û bi beşeřeke xweş hêja dest bi gotna «xan dimdim» kir. reşo mûradyan gelekî hewas û bi bînekê xan dimdim mera got û wexta gotna xwe xilaz kir, got: «gava ko vê şaxê bidî çapê, navê min bîr nekî lêkî, ha...».
eva şaxa 26 - ê meha sêntyabrê, sala 1945 - a li gundê şahablûrê hate berinvîsarê.
9- «dimdim» - got hozoyê ’evdo, 80 - ê salî, nexwendî ji qeza sûrmelyê (îdrê), gundyê qûçê, ji ’êla hesnîya, wekî dinê- ji ’êla ûsb begê ḧesen axa.
malbavanê hozo sala 1918 - a tevî êzdî û ermenyê wê qezayê muhacir dibin, têne gundêd ermenyê nehîya êcmyazînê (dêrê). hozo êpêce wext li çend gundêd wê nehyêda şivantyê dike. «şivantyê xweştir tiştek tune, - ewî digot,- heqyê şivantî- mêrantîye. paldana ber pêz jî xweşe, li guhêra pêz, bîn û boxa gul û gîhêkil rex guhêrê kelbêd gurêx, fêza teda hezara siteyrê rû ezmîn... », - ewî xebera xwe ducar û çend car dikir. lê van çend salêd paşin hozo bi malêva hatîye bajarê yêrêvanê, li taxa norkêda dimîne, pênsyonêre. bîrsar bûye, hîmlî tiştê zarotyê têne bîra wî, bêhewas bûye.» kalî - pîrî ne tu tişte, hero dibê - cîkî min dêşe« ewî wa ber xweda got û li min nihêrî, ka xizmetê min çye, ko lê qesdîme? min jê hîvî kir, wekî şaxa «dimdim» bêje. ewî sivte xwe înkar kir, got: «wele nizanim, eva çiqa wexte min li evê derê ne gotîye, min bîr kirîye... » lê gava kevanîya malê ya tel anî dayê, merv dibê ew şûnda hat, bengizê wî piřhindikî xweş bû, simêlê xwe bada, kuxya û go:
- ez çi bêjim, tu mêvanî, çawa hebe, gotî qedrê te bigirim, ezê bêjim, tu jî bive bike pirtûka xwe, bira gotna min unda nebe, navê min jî li ser kaẍez bimîne.
êmanekî seknî, kete nava mitala, «hey gidî dinya», - xwe xwera got û wa gelekî ḧemdê xwe û bi hewas gotna xwe rokir: cî - cîya xeber nedhatne bîrê, diseknî, teherekî danî bîra xwe û dîsa dest bi dûmaya gotna xwe dikir.
- pîr hozo, - ḧelala wî digot, - şev ber xewa jî xwera distira, lê naha tê dibînî çawane?
şaxa hozoyê ’evdo «dimdim» û beyt - serhatyêd dinê ew zarotîya xweda hîn bûye, gelek nimûnêd zargotnê zanbûye, zanebûna xweda xilxile bûye. bavê wî - ’evdo, wekî pîrê memê şivan bûye, her êvara kuřê xweyî hozo hînî nimûnêd zargotnê kirîye: beyta, qewla, serhatîya, ḧikyata û herçêd dinê. - bavê minî reḧmetî, - ewî digot, - li odada zef rind digot, min jî jê hildida. lê niha ode îda tunene, hemîn gotna zarkî jî degme tê gotnê, çimkî dûrdîtnokê dewsa zargotnê girtîye.
wexta me berinvîsara vê şaxê xilaz kir, kir ko razîbûna xwe bêjnê û xatrê xwe jê bixiwezin, çevêd wî kalemêrî tijî hêsir bûn, wa berxiwe ketî, ser xebera xwe zêde kir: «mirîdê min, kêmasîk jî hebe, bibaxşîne». ez ber dilê wîda hatim, razîbûna xwe gote wî «sînem deftera» zargotna me, û dem - xatrê xwe jê xwest.
eva şaxa bi navê «dimdim» me 18 - ê meha martê (adarê) sala 1948 - a li norka yêrêvanê berinvîsî.
10- «dimdim»- pîr ’elyê omoyê qaso (qasoyan) gotîy 60 salî, nexwendî ji bereka divînî, ji ’êla cangîr axayê xetîf ئاخاێ zuqurî, ji gundê hecelê li ser ڤیلاێتا wanê.
malbavanê pîr ’elî sala 4191 - a tevî ’êla zuqurîya û tevî ermenyê cînar muhacir dibin, têne ermenîstana rohlatê. mala zarbêjê me evan salêd paşin li gelyê norka yêrêvanêda dima. ser wê yekê jî gelek cara wîra dibêjin «’elyê gelîya». ewî gelek gundada şivantî kirîye, çawa dibêjin- «pisporê pêze, zimanê pêz zane». ewî ruhmale.
wexta em rastî ’elî hatin, ewî li ber pezê mala xwe bû, li ber dirûngê. dema hate malê, berî destipêkirna gotna «dimdim», ewî xebereke wa got:
- hergê dipirsî, ka pêşê min çyek - berê ewiln rênicberîye, pêra jî dengibêjî, zarbêjî. ’elî gelek kilama, miqama, serhatîya û mijûlîya zane: çi heye bi zar dibêje, cî heye bilûr û tulmê dixe. neferê mala pîr ’elî gişk jî nimûnêd zargotnê zanin. mala elîkmala qewlbêj, nivêjokbêj - dengibêjane.
elyê omo, wekî yekî bejnibalî, simêl papkî, neyse zerînî çevmezne, nimûnê zargotnê hema çuwkityêda hîn bûye. bavê wî - omoyê reḧmetî û dîya wî çîlê hostayê wîyî pêşin bûne. ewî hêna çûktîya xweda li gundê hecelê ji dengibêjekî ’eyank - xişmanê ozman beyt - serhatîya «dimdim» hîn bûye û naha bi hostatîya xweva, çawa dîya wî digot, ji hostê xwe derbaz bûye.
gotî merv bi çevê xwe bidîta, bi xwe bibhîsta, çika ’elî eva şaxa êposê çawa digot. bi diringê xweyî xweşî dirêjî tijî, bi hejandina dest û pê xwe, ewî hiş û aqlê mêrv xwera dibir digîhand heylo kela dimdim.
temamîya neferê mala ’elî- dîya wî, jina wî, kur û qîzêd wî, wedê gotnê metheyrî wî bûn, ewana, merv digo, bi xwe jî, bi «xeberdana çevêd xwe» wîra tevayî derketne meydana şeř miqablî ’eskerê şah ’abas, wekî nav û namûsa cimeta xwe xay kin, nehêln tu leke bê ser navê cimetê. ’elî bi gotna xweva dijît, şa dibû. li ber me esil dengibêj, esil zarbêjekî erhede seknî bû, yekî pir merîfetî artîstê cimetê.
eva şaxa êposa «dimdim» 24 - ê fêvralê, sala 1944 - a li gelyê norka yêrêvanê hatîye berinvîsarê.
11- «xan dimdim»- pêtrosê soso kandalyan gotîye 60 salî, nîvxiwendî, libûjên, binelyê bajarê yêrêvanê. kandalyan berê ji gundê vozmê, li qeza bîtlîsê (muqsê) bûye. sala 1914 - a ji ber qirkirna ’eskerê romê, mala zarbêj, usa jî temamya ermenyê muqsê (moksê) bi arîkarîya mûrtila begê kurd ji wê qirkirnê xilaz dibin, têne ermenîstana rohlatê. mala pêtros li bajarê yêrêvanê cî - war dibe.
berî cîşhitibûnê, ew li gundê xweyî vozmêda hînî libûj enyê dibe. gundyê me, bawařîya te hebe, - pêtros digot, - gişka jî ebûra xwe bi xebata libûjenyê dikir. dor û berê me gelek kurmanc hebûn, gişka jî pez xwey dikir. em jî salê carekê diçûne nava wana, me liva wana dijenî. em bûbûn kirîvê hevdu. derḧeqa libûjenyê gundê vozmêda î. a. orbêlî jî nivîsîye (binhêr, patma - banasîrakan handês », # 2 ,1977 , rû 264)
nava kurmancê wê qezê û qezêd din libûjana usa jî cûre - cûre kulav davîtin, çawa yêd xorasanî, kose, nemend, dika û herçê dinê. wextê geřa xwe ewana usa jî hînî nimûnê zargotnê dibûn û digotin.
zivistana, wexta vedgeřyane gundêd xwe, êvara bi gotna nimûnêd zargotnê der û cînarê xwe mijûl dikirin. pêtros kandalyan, wekî yekî xweşxeberî dev bi ken bû, digo, wekî beyt - serhatîya «xan dimdim» ji yekî libûjenê vozmê hînbûye, ji hevalê xwe. li evê derê jî, li ermenîstanê, ew ji pêşê xwe neqetîyaye. her payza dîsa diçe gundêd kurmancêd nehîya talînê, livayê dijene, kulava davêje, pêra jî, hemîn, qisa dibêje, distirê û carna jî bilûrê, saz dixe. wextê gotna evê şaxê zarbêj usa destipê xwe dihejand, usa dengê xwe bilind û nimz dikir, usa çevêd xwe direqsand, te digo, eve wê derê meydana şêř, yanê jî, diha rast- nava şeřê kela dimdimdane. gotî merv ew wan çaxa bidîta, gava ewî ev beyt digot û pêra ’eşq dida. eva şaxa «xan dimdim» me 2 - ê fêvralê sala 1945 - a li bajarê yêrêvanê berinvîsî.
12- «xanê dimdim» - asatûr poxosyan gotîye, 60 salî nexwendî, kolxozvanê gundê ûcanê, li ser nehîya aştarakê.
zarbêjê me li gundê xasxêrê li ser qeza bîtlîsê ji dîya xwe bûye. wextê revê neferê mala wan ji alyê ’eskerê romê têne qirkirnê: herçê sax mayî rîya muhacryê digirin. pey gelek telî - tengasîya ancax tên xwe dighînin ermenîstana rohlatê, gundê ûcanêda ji xwera mal - avayê teze çê dikin. bîra asatûr zef rinde. ewî ji zarotîya xwe gelek nimûnê zardotna cimeta kurmanca bihîstîye û hîn bûye. ew hîmlî ji libûjenê ermenî hîn bûye, yêd ko mehêd zivistanê dihatne oda wana berev dibûn û nimûnê zargotnê cûre - cûre digotin.
a. poxosyan herçê nimûnê zargotnê wa bi hewaskarî dibêje: guhdarvan bi hizkirin guhê xwe didne ser gilî - gotnê wî.
bona wê yekê jî nava gundê xweda ḧurmeteke mezin destanîye. me ji ewî zarbêjê ’eyan çend şaxêd «rostemê zal» ber nivîsîne. (binhêr «şaxêd êposa rostemê zal», yêrêvan, 1977 ). şaxa «xan dimdim» ji kalkê xweyî poxos hîn bûye. eva beyt - serhatîya mêrxasyê gelekî bi hewas dibêje, bawer bikî - ezberkî. eva yeka wî çaxî me ’eyan bû, gava me gotna wîye sala 1933 - ya himberî ya sala 1944 - a tezenvîsî kir. baweřîya te hebe herdu berinvîsar jî yek bûn: cumle - cumle, xeber - xeber. lema jî me têra nedît herdu şaxa evê berevokêda cî bikin, tek berinvîsara teze hilda. me ji zarbêj hîvî kir, wekî vê şaxê usa jî bi zimanê ermenkî bêje.
ewî ew yek negot, got, wekî gundyê wana hîmlî kurmancî zanbûne, ermenkî kêm zanbûne. ewî bi xwe kurmancî rind zanbû û herçê nimûnê zargotnê gişk bi zimanê kurmancî digot.
eva şaxa «xan dimdim» 18 - ê sêntyabrê, sala 1944 - a li gundê ûcanê hatîye berinvîsarê.
«dimdim»- hovsêp hovsêpyan gotîye, 76 salî, nexwendî, ji gundê dîtakê, li ser nehîya artaşatê, kolxozvan.
hovsêp li qeza bîtlîsê li gundê vozmyê ji dîya xwe bûye. ewî xortanîya xweda xebata libûjenyê kirîye.
- gundê meda, - zarbêj digot, - gelek libûjen hebûn. em diçûne gundêd kurde cînarêd xwe: heftîya û meha xebata libûjanyê dikir. me pêra jî kulavêd xurêsan, şivana, nexşê yekbarê, dubarê davît. beyt - serhatîya «dimdim», - ewî digot, - li alyê bîtlîsê gelekî dihate gotnê.
h. hovsêpyan eva şaxa «dimdim» bi kurmancî û ermenkî mera got. bi zimanê kurmancî him perçê vekirî, him jî yêd şêrkî dibêje, lê bi zimanê ermenkî - tenê perçê vekirî dibêje, pêra jî perçêd şêrkî bi zimanê kurmancî dibêje.
hovsêp eva şaxa ji nişanê gundyê xweyî libûjên hîn bûye û ew jî wedê wala der û cînarê xwera dibêje.
şaxa «dimdim» 52 - ê meha mayê (gulanê) sala 1964 - a li gundê dîtakê hatîye berinvîsarê.