zîyareta dimdim
Li pirtûka:
Dimdim
Berhema:
Heciyê Cindî (1908-1990)
3 Xulek
782 Dîtin
gundyê vozmê (wizmê) li nehîya şataxê armênak amrîkyan derḧeqa zîyareta dimdimê tiştekî wa gilî kir:
«sala 1913 - a, baharê, çend gundyê me û çend kurmancê cînarê me- em çûne ber zîyareta dim-dimê. ew zîyaret mirazbaxşe, xwestina mêrv tê sêrî. gava em gihîştine wêderê, me lê nihêrî bire kurmanc û ermenî jî li wêderêne, ew jî hatbûn ber zîyaretê. me berî êvarê qurban şeřjê kirin, me govend girt, lîst. me şehîdê li wêderê bîr anîn, reme da wana. geleka derḧeqa wê zîyaretê gotin, kilam gotin, hineka jî beyta «dimdim» gotin. ser wê yekê çend merv gelekî berxiwe ketin, giryan. gundyê me, herçê ’emirda mezin, digotin, wekî nava herçê şehîdê dora zîyareta dimdimê usa jî gundyê me hebûne, derḧeqa gundyê vozmê (wizmê) hê - hê jî nava beyta «dimdim» - da tê gotin:
hatî lawê wezmî,
xweyê xencera di zîvî,
’esker qutkir heta nîvî...
%sibê em rabûn, dîsa dora kelefê kelê me govend girt, lîst, xwer û vexar, reme dane wan şehîda, du’a kir, wekî ya dilê me bê sêrî û temamya rojê usa derbaz kir. paşê em çûne bal dara miraza. me bi çiqlê wêva kinickê reng rengî alandin, paşê dîsa bi def û zuřne me govend girt...
gelek nexweş, mervê nîvîşkan jî hatbûn. ewana dwa - dirozge ber wê zîyaretê mirazbexiş dikirin, wekî qenc bibin, bêne ser benga xwe.
zîyareta «dimdim» - ê tiştekîva jî ’eyane: hersal bihara, gava koçer ber bi çyayêd dûr diçin, herça gungyê nêzîkî zîyaretê, hergê naxwezin tiştê nav mala xweye giran bi xwera bivin, wana tînin dor û berê zîyaretê datînin û hêja diçin zozana. hûr - mûrê wan, li wêderê, kes turuş nake destê xwe bide. payzê, wextê dageřê, hêja tên wê derê, hûr - mûrê xwe hildidin dibne malêd xwe.
çi k bû derḧeqa kelêda, herçê binelyê nêzîkî wê û herçê k mera hatî ’emirda mezin, digotin, wekî kela zûda çêkirne, wextê esḧeba hatîye çê kirnê. paşê xan dimdim hatîye ava kirîye...
kurmanca jî, ermenîya jî digotin, wekî xan dimdim yekî şivan bûye. tevî ’eskerê wî usa jî ermenî hebûne. a, bona wê yekê jî him kurmanc, him jî xelqê ermenî têne ber wê zîyaretê».