3- dimdim
Li pirtûka:
Dimdim
Berhema:
Heciyê Cindî (1908-1990)
1 Xulek
720 Dîtin
hey dimdime, hey dimdime,
babo, dim-dimê şêrane.
hey dimdime, hey dimdime,
top û tivekan gurme - gurme.
hey dimdime, hey dimdime,
wezîrekê xweş hakme.
dimdim berek kurtisî,
sed top û tivek dursî,
ber ji berê ne guhastî.
dimdim berek berate,
sed top û tivekan lêdane,
ber ji berê nekir zêde.
hey dimdime, hey dimdime,
babo, dimdimê şêrane.