«dimdim» têksitê kilamêd govendê

Li pirtûka:
Dimdim
Berhema:
Heciyê Cindî (1908-1990)
 3 Xulek  511 Dîtin

xên ji êposa «dimdim», derḧeqa kela dimdimda hene kilamêd govenda, ko dewatada têne gotnê. bextira, me çend nimûnêd usa ji dengibêjê ermenîya berinvîsîne.

«dimdim» - galûst galûstyan gotîye, 95 salî, nexwendî, ji gundê şahalûyê li ser nehîya qerabaxlerê (naha artaşatê). pênsyonêre. gundê wîyî berê korvank bûye, li ser qeza şataxê. galûst zimanê kurmancî zef rind zane. dengibêje, kilamêd govendê zane, wextêda reqasçîkî ’eyan bûye, pêra jî dengibêjê dewata. ewî sê sehet kilam ser hev gotin. bi gotna wî, wextê gundê xweyî korvankêda bûye, dewatekêda sê roj û sê şeva ser hevdu sitraye, reqsîye û ne xilaz bûna kilama hebûye, ne jî westyaye. dengê wî hê - hê xweşe, beşeřeke nûr û neder lêye, maqûle, zarxiweş. ewî digot: «li her derak - hergê xwera, hergê xelqêra distirêm, eva kilama cûrê kilama «şeřanyê» tê gotnê». me eva kilamêra usa jî gelek kilamê dinê berinvîsî. kilama «dimdim» sala 1945 - a li gundê şahablûrê hatîye berinvîsarê.

2- «dimdim xan» - vardan vardanyan gotîye. ew sala 1884 - a li gundê kirê, yalê îranê, li ser neḧîya xoşavê ji dîya xwe bûye. niha li yêrêvanê dimîne. dengibêje, reqasçî. ew çend zimana zane - ermenkî, kurmancî, tirkî. bi zimanê kurmancî gelek nimûnê zargotnê zane, lê ḧeyf, me wextêda zef hindik ji ber nivîsî. a, nimûnek jî bi navê «kulk - keřoye», ko sala 1935 - a hatîye berinvîsarê û di berevoka me- «folkilora kurmancada» hatîye çap kirnê. wê şûnda ewî usa jî şaxeke «dim- dim» gelekî dirêj mera got, lê ḧeyf ew şax nehate berinvîsarê, sebebya nexweşîya min.

«dimdim xan» kilama govendêye. vardan gelek cara wextê govenda gotîye. bi gotna wî ew kilam gelekî dirêj bûye, lê van salê paşin ew bîra wî çûye û ancax eva hate bîrê û li bajarê yirêvanê, sala 1945 - a berinvîsî.

3- dimdim - armênak amrîkyanê nîvxiwendî, 60 salî gotîye. armênak ji gundê vozmêye, li ser qeza bîtlîsê. niha li yêrêvanê dimîne. berê bi cot û cobaryê ’emrê xwe derbaz kirîye. pêra jî libûjan bûye. saya ewî pêşekî gelek cîya geřyaye, gelek tişt dîtne, hînbûye û hîn kirîye. lê niha li yêrêvanê bûye kevirbirekî bi gotna we. dengibêj digot, wekî eva kilama bi navê «dimdim» li qeza bîtlîsê çawa kilama govendê dihate gotnê.

armênak amrîkyan usa jî bîranînêd xwe derḧeqa «zîyareta dimdim» - da mera gotîye.

armênak amrîkyan kurmancî zef rind zane. kurmancî gele kilama, beyt - serhatîya, çîroka, mesela zane. kuřê wîy doktorê ulmê fîlologyê sarîbêk manûkyan, mera digot, wekî malda bavê wî hertim kilamêd kurmancî distirê û heřo guhdarîya radyo xeberdana kurdî dike, ya ko ji yêrêvanê tê dayînê. armênak bi xwe çûye ew zîyareta dimdim dîye.

kilama «dimdim» wu nimûneke vekirî derḧeqa «zîyareta dimdim» sala 1946 - a li bajarê yêrêvanê hatîye berinvîsarê.