be carêkî temaşay to fîdat bê hem dił û dînim

Li pirtûka:
Dîwanî Wefayî
Berhema:
Wefayî (1844-1902)
 2 Xulek  2634 Dîtin
be carêkî temaşay to, fîdat bê, hem dił û dînim
eger sed car qyamet bê demêkî heste bitbînim
le ẍemzey çaweket detkê le cergim xwên û nazanim
ne xestey penceyî bazim? ne bestey destî şahînim!
meger zulf û řuxt wek lale ḧałî bê ke min boçî
cigersûtaw û sertapa ẍerîqî mewcî xwênînim
wekû ney kun kune cergim le taw hîcranî to boye
be sozî ney desûtêm û be nałey ney denałênim
eto serwêkî řengînî, leser çawan be şîrînî
leber çawim neřoy çake, ḧeyatim, ẍaretî dînim!
eto guł, ’enberîn řêy to, emin xakî berî pêy to
le min to zîz nebî çake, ’ezîzim, řoḧî şîrînim
kutim: da řûmetit wa bêne bigirim zulfeket! fermûy:
biła guł têk neçê, bulbul nesûtê, çit le perjînim?
be baẍim kut: be řeng û bot menaze, zerd û sûr buwe
eger barim hemû sunbul bê tayêk zulfî nahênim
kuşnidey min nebû hîç kes meger serdayrey ḧusnî
le řojî ḧeşrê xwênî xom le çawî mestî destênim
le batî xwênî xom, wek zulfî, teskînîm be hîç nayê
meger destî şiksitey xom le gerdinî zerdî werbênim
şeker qedrî nîye, qurban, eger şîrîn nebê, ye’nî:
debê toş lêweket bênî eger min řoḧekem bênim
be nazî çawî bazit wek wefayîNasnava edebî kewtime nêw zulifit
ewêstaş mest û mexmûrî şerabî camî dûşînim