perde wergeřayewe

Li pirtûka:
Le Xewma
Berhema:
Cemîl Saîb (1887-1951)
 8 Xulek  593 Dîtin

em car manewe xoy û kabray eweł becûte, eme lew qise û basaneda jinekan le piştewe ke hatûn gwê egirin, her tirpuhoř dên û eçin, qisekanî ewan eben bo naw jinekan û befsefis eygêřnewe, minîş her le cêgey xom wişk řawestawim, witim: eme sê perde gořa, yek le yek naxoştir û xiraptir, em kabraye çi new’e însanêke û ewane çi de’bayekin, babzanim dway emîş çî ebê. lepaş nextêk kabrayek hate jûrewe nawî dû sê kesî bird ke hatûn bo ḧizûr, çî emir ekeyt? ewîş bepêkenînewe řûy kirde kabray tenîştî witî: seyre ... ba ewanîş bên, ba bizanîn ewan ełên çî, em ca emrî kird witî: babêne jûrewe. řwanîm le paş tozêk derga kirayewe, sê kes hatne jûrewe, yekêkyan qołî le ’eba hełkêşabû bekeşufşêkewe pêş kewt, gewrekeş fermû fermûy bo kird bebegim fermû fermû cêgeyekî pê nîşan da emrî kird bedanîştinî, ewîş be’edebewe danîşt, le dway ewewe yekêkî tir hat çaket û pantołî leberda bû qyafetekey le qyafetî ’eskerî eçû, ewîş cigey nîşan dira û danîşt, emîş nezor kełeget bû nezor kurt, neleř bû neqełew le ’umrî çil sałîda dyar bû, le paş ew yekêkî tir hat le qyafetî tucařa bû.

le paş hemûyan kabray ke ser le beyanî le dergay ḧewşe emrî kird û minî legeł xoy hênaye jûrewe ewîş hat û bepêyanewe řawesta û dergakeyan daxist, begewrekewe şeş kes manewe, minîş leber xomewe witim ba bizanim em care çî ebêt û lem meclîseda çî peyda ebê, dwa car dîsan îşaretî xelwet kirayewe, kabray bepêyanewe çuwe ew dîwî dergakewe witî kes nîye bem dewreda, bełam jinekan lewdîwewe her fiřkefřikyane dên û deçin em car le paş xoşubêş û emane kabray ke le hewełewe hatbuwe jûrewe kewte qisekirdin, milî lê hełbiřî û ke qisekanî ekird çawî lê der’epeřî behêz û quwetêkewe qisekanî ekird, emut êsta tuşî şitêk ebêt, herdû destî bemla û bewlada esûřayewe, eywîst ew qisaney hemû bê ewey denkî lê biřjê û le naw biçê bîxate mêşk û derûnî xełkekewe, qise kewte ser basî syasetî turk û îngilîz. řûy kirde gewreke witî qurban êsta îş beřengêkî wa dyarî dawe ke mindałî sawayş tê ega û eyzanêt em mîllete û em wez’ete bê emey ḧikûmetî îngilîz destî besera bikêşê û piştîwanîy bikat najî û sernagrê. eger ême umêdêkman bebûnî xoman û serberzî û gewreyî wiłateke bibê, her bewastey ḧikûmetî îngilîzeweye, êsta kewa ême hewełî îşmane û çawman le řûnakîy paşeřojmane, dyare xoman le xomanewe hîçman bo pêk nayet û sernagrê çunke neserwet û nesen’et û netîcaret û nehîçêkî waman heye ke xomanî pê bijyênîn, leber’ewe ême me’în û piştîwanêkman ewê ke ewîş meger her ḧikûmetêkî gewre û bedest û dewłemendî weku îngilîz bê, emca řûy kirde pyawekey tenîştî ewî çaket û pantołî leberda bû witî: babe waye yan na? ewîş demî kirdewe destî kird beqsekirdin witî: ême eger temaşay qazancî ’imumî to û hemû mîlleteke bikeyn û duwařojî xoman bixiwênînewe serbexo îş nekeyn, çare her emeye be’sûłêkî me’qûl legeł ḧikûmetî îngilîzda řêk bikewîn û emînim ḧikûmetî îngilîzîş zor şitî baş bo ême ekat, xo eger bêt û ême umêd û emelman beturk bê, ewe sehuyekî zor gewreye eykeyn çunke çend sałe çî bo kirdûyn ta êsta boman bikat, ewe nimûneyekyane le bin destimane eybînîn beberçawmanewe xerîkî řawwiřût û tałan û î’ane û xoleweřandin û destibřînî em ’alemen, xoyan lewanen ke çaweřwanî destî ême bin nek ême hînî ewan. mîllet pênasîn û serbestîdan û fikirî gewreyî û serberzîdan û em new’e şitane lay ewan nîye. ẍeyrî (kîsirim bîçirim) û řûtandinewe û zułim û zor û kuştin û biřîn hîçî tir bo ême naken, ew mi’ameleye ke to nefsî xot legeł îngilîz kirdit eger nîwey ewet legeł turkida bikirdaye emîn be de def’e î’dam kirabûyt, to bizane em beyne turk hêştî kes bizanê basî mîllet û qewmîyet çîye û çî nîye. serwet û tîcaretêk ke lem çwar pênc sałeda bo em mîllete peyda bû, bepenca sał le zemanî turkida pêk ne’ehat, min emînim eger cenabit legeł ḧikûmetî îngilîzda řêk bikewêt dû şeşî em mîlleteye ême ke mîlletêkîn êsta muḧtacî mu’awenet û řêge pêşandanîn û milletêkî îslamîn, bem ḧałewe muḧeqeq û dyare legeł turkida behîç řengê pêkewe najîn, turk êsta ew turkey pêşû nemawe ke ême dîwmane. nedîn û ne’aynyan lanemawe, eger îngilîz dexłî nîye beser dyanet û adabî mîletêkewe, bexwa turk nayełn behîç řengêk şitêk biłêyn, neř’ayetî dîn û neḧurmetî adab û ayn namînê, ’ulema û mişayexman bê qedir û bê ḧurmet, kes lêyan napirsêtewe, ewî bedesîşmaneweye hemûman lê wer’egirnewe, ’esker û tekalîfî ḧerb û î’ane û enwa’ xerc û bac, her bemane małman bequř egirin, bełam ḧikûmetî îngilîz wa nîye, êmeş beřêwe eba û dewłemendiman ekat, xoşî xêr û qazanciman lê ebînê, ême eger xoman têgeyştinman bibêt û saḧêb hoş û şi’ûr bîn û hewł û teqela bideyn û be’eqił û me’rîfet bêyne pêşewe řenge le paş mudetêkî tir boman ḧeqêkî gewre û cêgayekî başman dest kewê, em car cenabîşt em qisaney min wird bikerewe û muḧeqeq bizane qisekanim hîçyan bo emel û ẍerezî şexsî nîye, meḧza bo menfe’etî ’imûmî qise ekem, eger xoştan bemesłeḧetî ezanin ewa bo em xisûse qerarêk biden ba îtir bikewîne řeḧetî û serbestîyewe û emînim emřo eger cenabit legeł ḧikûmetî îngilîzda řêk bikewît cêge û meqamêk ke ew bîda beto hîç ḧikûmetêkî tir natdatê û her kesêkî tir new’e qiseyekî tirit ’erz bikat muḧeqeqe yan bo emelî şexsîye yan meqsedî eweye felaket beser cenabit û mîlleteke bihênêt, emeş xwa qebûłî nîye, însan bexutuxořayî bedestî xoy, xoy bixate tehlîkewe, řêgay řûnak û řast beberçaweweye le pêşmaneweye boçî ladeyn. dû kesekey tirîş ke řefîqî em pyawe bûn ewanîş destyan kird bem new’e qisane û çend nimûne û mîsalêkyan bo hênayewe wityan: ewe mîsir, ewe ’êraq, ewe hîndistan.

xulase bem qise mêçkemêçkane wayan lê kird, kabrayan lem bare birde ser barêkî tir, hemû fîkir û qisekanyanî tesdîq kird. witî minîş baweřim heye ke eme waye bełam ême çend wexte legeł ḧikûmetî îngilîz xerîkîn, ew betewawetî řêk nakewêt ême çî bikeyn, ewanîş wityan eme xerîk bûn nîye lazme besûretêkî me’qûl û baş çend madeyek bihênrête qełem benew’êkî wa neşîş bisûtê û nekebab, bo herdûla baş bê û dest bida, herdûlaman qazancî lê bibînîn, ewsa bizane ewîş qebûłî ekat yan na? eger efermûyt ba çend kesêkî têgeyştû biçin bo beẍda, lewê qisey lê biken û qewluqerarêkî baş biden û legełya řê bikewîn, bełku înşałła hemû layek le sayey cenabtanewe bikewîne xoşî û reḧetîyewe û biḧesêynewe. witî: minîş zorim pê xoşe û ḧezî pê ekem emem pê le hemû şitêk pê baştire. êwe xotan sibḧeynê le cêgayek gird bibnewe û çend madeyek binûsîn ke weku êwe ełên bo herdûla baş bêt. ewsa yek dû kesî têgeyştû hełbijêrîn û byannêrîn, eger wabêt, gwaye min çonî pê memnûn nabim û boçî pêm baş nebê. inca řûy kirde kabray simêłfiş ke le ewełî hemû meclisekewe hatbû lay serûy girtibû, witî: to ełêy çî? witî bexwa başe, em qiseye zor cwan û me’qûle îş leme baştir çon ebê! xêrî pêwe bêt, eme le hemû şitêk çaktire. behemûyan leser eme qewl û qeraryan best, le paşan ewanîş hestan bememnûnî řoyştin. le wextî řoyştinda gewreke řûy kirde ew pyawe ke qyafetî çaket û pantoł bû, witî zaten demêke emet ewê, to xot îngilîzî, bełam bepêkenînewe pêy wit weku gałtey legeł bikat, ewîş witî qurban kesman îngilîz nîn bełam bo xêr û mesłeḧetî xoman û toyş û mîlletekeyş egeřêyn, îtir ewan piştyan hełkird û řoyştin, emîş behêwaşî serêkî řaweşand û çawêkî le pyaweke moř kirdewe le jêr lêwewe pirtewbołeyekî kird tê negeyştim çî wit.