perdeyêkî tir

Li pirtûka:
Le Xewma
Berhema:
Cemîl Saîb (1887-1951)
 10 Xulek  805 Dîtin

mayewe xoy û kabray simêłfiş û kabray ke ser lebeyanî minî legeł xoy hênaye jûrewe (dan ałtûn) gewreke hesta be jûrekeda tozêk sûřayewe, bîrêkî kirdewe witî: emîşman wa, ewanîş wityan: bełê. ewîş pê kenî û witî: kuře bexwa min gałtem bemane dêt, ewanîş wityan serî to xoş bêt înşałła hemû şitêk çak ebê (weku çakyetîy dinya bestirabêt beserî ewewe). le paşa gwêm girt le derewe herahera û dengedeng peyda bû, girmuhoř û qawwiqîj, witim: axo eme çî bêt! řwanîm dergake kirayewe, çend kesêk hatne jûrewe, be’zêk be’ebay mawîy şîn û feqyaney sipîy dirêj, ser û pêçî zil, gułinkey çefte hatote xwarewe, kakol belay milyanda şoř buwetewe, le xene û wesmeda mor buwe. be’zêkî tir şerwał û miradxanîyan leber kirdibû, piştênî şałyan bestibû, çefte û mişkîy zoryan têk ałandibû, hemû çwar řîz û pênc řîz fîşekyan le xoyan dabû, xencer û demançe beqedewe, hatin danîştin destyan kird beqsey helequmeleq, yekêk eykuşt, yekêk eybiřî, îtir mepirse leber xomewe witim wilululululu... em de’bayane êsta dinya eřûxênin, yekêk destî xistibuwe ser miştûy xencer, yekêk destî bedestikî demançewe, şayan besepanî xoyan ne’ezanî.

wirde wirde kewtine qise û giftugo, le paş çend qiseyek gewrekeş gurcugoł fîkirî gořa û hate ser qisey ewan, kewtine ser basî îdare û syaset û ḧikûmet, bem new’e qisane kirdyan beqîře û hera wek ḧemamî jinan bû beqawwiqîj kes ney’ezanî ełê çî, her kese leber xoyewe qisey ekird. wityan: ême hemû boçî çakîn bekełkî çî dêyn, eme çend sałe ’umirman řabwarduwe, îtir jyanman boçîye namanewê, yan ebê her xoman bîn, carêkî tir xoman nakeyn bejnî kes, her serî toman bo xoş bê, îtir çawman le kes nîye, bexwa neturk û ne’îngilîz nayełn bereḧetî û serbestî danîşîn, turk bê (memed oẍlî)yekanyan (eyşikTirkî kerete û herîf)man lê ehênne pêşewe, her nayełn çawman bikeynewe, beser û małmanewe beşî î’ane û mubaye’e û î’damî ewan nakeyn. îngilîz bên şebqe beser, sebîlêk egirin belay demyanewe, saḧêb saḧêb, ebê teşîyan leberda biřêsîn. fekin fekniman lê da’enên, kesman natwanîn pel bibzêwîn, kewabû newełła hîçman nawê, her xoman bîn û ebê her xoman bîn û destî kesman beserewe nebê. yekêk lelay xwarewe westabû witî başe êmeyş hemû pêman xoşe ke her xoman bîn û destî kesman beserewe nebêt, bełam êsta ême xobexoyî xoman îdare nakeyn û xoman pê bexêw nakirê, ḧikûmetêkî gewre lazme yarmetîman bida û çawdêrîman bikat, egîna zeḧmete, her lemlawlawe qutman eden û emanxon. ewanîş wityan kes natwanê bimanxiwa, xwa yar bê, turk bê, îngilîz bê her kamêkyan pelamarman biden kiławkiławêneyan pê ekeyn, hêşta ewan şêrî cengełî kurdistanyan nedîwe, teyare û top û metralyozî ewan lay ême peşmin, ême xizmetkarîy kes nakeyn, serî ememan bo xoş bê (emûstyan bo gewreke řakêşa), behîmetî mişayexan karêk ekeyn le hemû dinyada deng bidatewe.

îtir her yeke le awazêk lem çeşne qise û hajuhûjaneyan hełřişit. gewreke berebere hate ser qisey ewan witî: bexwa eger (bed)y naw xoman lêman geřên, ême bo xoman zor çak ejîn, eger dinya bibêt be’agirî sûr îdare ekeyn. min qetreyek xwênim heye bo em îşe eyřêjim yan ewî bimanewê eysênim. ewanîş hemû le xoşyanda kewtine cûłecûł wityan: qise hezare û duwanî bekare, qisey řast û ḧeq emeye. herçî miḧemedîye miḧemed seławat, her kes şitêkî tirit ’erz bikat, ême le kwê û esîrî le kwê! ême ebê le sayey towe serbest bijîn, herkes legełman nakat way beḧałî!

legeł em qisaneda hendêkyan carcar feqyane sipêkanyan lê heł’ekird û qołyan heł’emałî, hendêkyan destyan bo demançekanyan ebird weku dujmin beramberyan řawestabê û pelamar biden, çawyan lê sûr bûbû, minîş le jûrewe herwa wexte bû zirawim biçê, witim êsta pelamarî dar û berd eden û eyken behera.

xulase, axrî hemûyan qerarî eweyan da ke hîç ḧikûmetêk qebuł naken! her xoyan bin. bem řenge qerar dira û ewanîş hełsan û řoyştin. gewreke zorî pê xoş bû, le paş řoyştinî ewan mayewe xoy û kabray simêłfiş ke le ewełî hemû meclîsewe danîştibû (ke ewîş wa der’ekewt em qerarey axrî le hemû qerarekanî tir la baştir bû) û kabray ke ser le beyanî minî le derewe hênaye jûrewe. sê besê manewe. minîş zor serim lem ḧałe sûřmayewe, herwa tas eybirdimewe, leber xomewe emut: yařebî eme çîye û em kabraye çi însanêke, ke her le zerfî sê se’atda, beçend çeşin gořa û boçî tozêk têgeyştin û lêkdanewey nîye, emane hemû belawe baş bû legeł hemûyan qerarî da û le paş nextêk le hemûyan paşgez buwewe. le paşan xobexo xoyan kewtine giftugo û qise, dwayî gewreke witî: em qisane hemû belamewe peşmin û gałtem pêyan dêt, min boçî bo em xełkey xom tûşî ezyet û derdeserî bikem, ewî qazanc û xêrî xomî tya nebê naykem, min heta pareyekî zor nexeme ser yek û le babet û îşukarî xomewe diłim řeḧet nebê, emane hîçyan nakem, her kesêk bêt behewesî xoy, bo qazanc û karubarî xoy qiseyek bikat, boçî min şêtim, minałim, herwa şwênan bikewm û beqseyan bikem. eger lêm bigeřên heta îşî xom, weku xom eyzanim cêbecê bikem ewa başe, egîna min xom ezanim çî ekem.

ewaney le xizmetya bûn wityan: bexwa řast efermûy, to mecbûryetit çîye, xot bo em xełqe tûşî zeḧmet û nařeḧetî ekeyt, emane beç kełkêkî to dên, mesłeḧetî xot çone way bike, beqsey em û ew meke, emane hîçyan xêrxiwahî to nîn! îtir min lem wexteda, nehoşim leser xom ma, neş’ûr, bebê emey bizanim min çîm û le kwêm, le xomewe bê îxtyar destim kird beqaqay pêkenîn, pêkenînêkî wa ke lew dîwewe hemû řaçełekînu řapeřîn û seyrî yektiryan ekird, eme çîye û ewe çî bû. gewreke tûře bû, çawe şînekanî derpeřî û witî: ewe kê bû. dwayî kabray dan ałtun witî: qurban ewe kabray ḧepsekeye ke leser casûsyet gîrawe, xot fermût le jûrewe daybinên. ewîş zor betûřeyîyewe destekanî řaweşand û witî: ḧay, ḧay. bexwa başe, kewabû agay lem hemû qise û mizakeraney ême buwe, tewawe, eme casûse, casûs leme çaktir çon ebê, îtir hesta û derpeřye derewe, bû behera û bigrewberde, xoyan û berdestekanyan pêka ehatin, kes ney’ezanî çîye û çî ekat. minîş tirsam, witim: ay çîm kird bexom, boçî wam kird. adey ew casûse bênne derewe. ewendem zanî derga kirayewe, yek dû zebelaḧ hatin û bepelkêşan řayan fiřandime derewe. řwanîm gewreke herdû çawî derpeřîwete derewe û sûr û mor buwetewe, agirî lê ebarê. le diłî xoma witim: ya ḧafîz, ya ełła, bom bikeyt bimparêzî le ẍezebî em pyawe!

legeł qîjandî beserma witî: řastî biłî to casûsî kêyt û kê toy narduwe? zû řastî biłê, egîna êsta bedar parçe parçet ekem! minîş şiłejam, her nemzanî biłêm çî, witî direnge řastî biłê, minceminc meke. adey dar bênin, ew witî adey dar bênin min hemû leşim hate lerzîn, witim: qurban bexwa, bew xwayey baweřit pêy heye, min casûs nîm û agam le casûsî nîye, lay xom hatme êre kasbî bikem, pyawêkî hejar û bêdesełatim, bo xatrî xwa naheqîm lê meken, xwa hełnagrê.

her ewendem wit: weku şêt şaławî bo hênam û pelamarêkî dam wextebû qûtim bida, danekanî lê birdim beřîça witî: ey casûs nît çî ekey lew jûreda, dyare hatûy qisekanî ême berîtewe, witim: qurban xo min behewesî xom neçûmete ew jûre, be’emrî xot xirawmete ewê, min desełatim çîye. emcar destî hełhênayewe behemû hêz û quwetî xoy şepazlileyekî lê dam, şirîxekey dengî dayewe, herdû çawim le ’ezretda biruskandî, serim kewt bedîwarekeda witî: bełê, bełê casûs nît behewesî xot neçûyte ew jûre, bełê casûs nît! a řay kêşne xwarewe bom ta nîşanî bidem casûs çon ebê. îtir dujminî îmanit bê, her ewendem zanî seg û gurgî cehennem, pênc şeşê řayan kêşam le pêpîlkanekan birdimyane xwarewe bo ḧewşeke. şewîş kirdibûy besayqe kizebayekî sardî ehat, ’erzeke bestibûy, teqeteqî sehołeke, sermayekî wa tif hełdey eybestê! řûm kirde ’asman witim: xwaye to leser ḧeqî, emane wa benaḧeq wa bemin eken! bełam hîç sûdî nebû, kiřûzanewey min hîç negeyşte cêy xoy. îtir wek meřî qesab besê çwarêk girtimyan, beserdema beser ew sehołeda řayan kêşam, wam ezanî serim ebiřn. îtir le diłî xomda betemay xom nemam witim: îna lîla, teslîmî qeza û qeder bûm. witim: îtir hîç çarem nema, desełatim çîye û çî bikem, wa em załim û bê dîn û bê wicdanane her emkujin, xwa ḧeqim bisênê.

îtir yekêk nîşte ser qaçim, yekêkî tir beser şanmewe dayan mirkandim û damyan be’erdekeda, le pelupoyan xistim, çirçem bo nekira, min zaten ewendem hêz tya nemabû ke pel bicułênim, yaxwa qet neybînî! şiłpuhoř xoy bedar day girtim betuřeyî û ẍezebewe, eweł dar ke day weşand, wamzanî şîrêkî tîje eyken beleşma! dame zirîke û hawar, min hawar ekem ew zyatir dar eweşênê.

min le jêrewe wek ga ebořênim, cûłem bo nedekira, çunke swarim bûbûn, dengim dernedehat, epařamewe elałamewe: bo xwa, bo pêẍember, tu esḧaban, tu mela’îkan û ewlya, to qur’an, to qebrî bawkit, hawar, dad, hawar, hîç sûdêkî nebû, hêzim lê biřabû, ew her eyut řastî biłê. piř bedem em qîjan bexwa casûs nîm, hîç nazanim, řastî çî biłêm îtir, hîç û hîç...