řojewe bûnêk

Li pirtûka:
Le Xewma
Berhema:
Cemîl Saîb (1887-1951)
 3 Xulek  774 Dîtin

ledwayîy em behareda le beẍdaCih ehatmewe, şewêk le kirpiçnewe, dû kes bûyn swar, dû barge bûyn legeł (qatirçîyeke) seysekeda le segirmewe hatîn, dinya çunke hîç cerde û diz û... nebû, bê tirs û lerz bê diłexurpê beřê kewtîn, şew mangeşew bû tirîfe tirîf, ewdîwî segirme dîte zor berdełanî û xwaruxêçe her le nîwey řêgake min dabezîm behezar niquciř serkewtim, ke hatme serê zor mandû bûm, le suçêkî ser kejekewe qingelfisêkim dayewe, tuzê danîştim wext bereberey beyan bû, mangîş le awabûnda, cirîwecrîwî estêrekan û birîqebrîqî mangeşeweke ’însan têrî lê ne’exward, herwa tas eybirdimewe, cêgekem wa hełkewtibû hemû qopî qeredaẍim lê dyar bû, heta çaw biřî ekird, ew daristanî qopeye weku awêkî zor meng û kişumat û sewz řagîrabû, şineşnî ew ba fênke ke ehat xişpuhořî bew gełayane exist, lewlayşewe taze şebeq beyanî dabû, qeraẍ û bîcaẍî ’asman sipî dageřabû, herçendim ekird têrim le řwanînî ne’exward.

le xwarewe leber demmida lew naw qopeyeda carcare lûrelûrî de’ba û me’ba, zirîwezrîw û fiřkuhořî çoleke kewa taze le xew heł’esan û egeřan, diłmî da’exurpand, lew naw qopyeda, nawbenaw şwanumwan agiroçkeyan kirdibuwewe, birîsquhořî ew agiraneş le dûrewe, etut gułe’estêreye enwênê, ew řûnakîye bê toze, ew ba xoşe bondare, ew kejukêwe sewze, ew danîştin û pałdaneweye, ew bîrkirdineweye, herwa tuzliqaneyekî mabû le xoşyana bibûrêmewe emwîst heta mawim le dinyada lew cêga û se’adeteda bûmaye. le piřêka kabray qîtarçî girmandî û gutî fiłanekes fiłanekes witim hey bełê baqe ewe çîye kure, witî direnge hełse beřêkewe biřoyn, minîş henaseyekî sardim hełkêşa hełsam dapeřîm bo xwarewe, lew sere û lêjeye, bedû sê qełembaz xom geyande xwarewe, pêş hetawkewtin geyştîne derbendeke baweř eken ewêşim beqeder serewe la xoş bû, lemlawe ew berd û tawêrane çûn be’asmanda, seryan geyştuwete keşkeşan, ser heł’ebřî kiławit ekewête xwarewe, tafetaf û hajehajî ew awe sipî û sarde ke ehate xwarewe, ew ba fênke xêraxêra eyda beser û çawma le xoşyana qaçim nebû biřom beřêwe. leber derbenda, cogeleyekî neşmîle û xincîle řêkupêk hełgîrabû, her çwar lay zerd û sûr le wextî daristan û sewzegya û gułî zerd û sûr le wextî hetaw kewtinda le qeraẍî ew cogeleye barman kuta bezewîda, hetaw taze ekewt, birîsqey hetaweke le me’beyn liqî gełakanewe eyda benaw cogelekeda, bepirşingekanî çawim řeşkewpêşkey ekird. kutupiř agirêkî benêłenêłman kirdewe, çayêkman lê na, qaweyekman pê kan çunke beřêy asin hatbûyn hêşta semûn û biksimd û penîr û mastî beẍda û xeyar û purtiqalî baqûbe û qeysî û sêwî şarebanman teřubir pê hebû beçayî û qawewe têřupřiman xward, dwayî serxewêkman şikand hełsayn hatîn beřêwe. êstakêş û heta ew řojey dam yełne nêwî qebir ew xoşîyem lebin danaye.