perde gořa

Li pirtûka:
Le Xewma
Berhema:
Cemîl Saîb (1887-1951)
 9 Xulek  808 Dîtin

em car yekêk hate jûrewe, behêwaşîyekewe witî: qurban fiłan û fîsar hatûn çî emir ekeyt, ewîş qederêk řama û bîrî kirdewe, bołeyekî lêwe hat, besardêkewe witî: babêne jûrewe. seyrim kird sê kes hatne jûrewe, hewełemînyan yekêk bû kurtebała řengêkî řeştałe, taze simêłî řeş kirdibû, ewyan le pêşewe hat, gewrekeyş begifit û lutfêkî řûkeşewe qyam û bexêrhatin û pêkenînêkî legeł kird û lay serewe danîşt. duwemyan yekêkî tir bû kełeget û řeng sipî, bełam weku hemû leşî guşrabê û herçî xwên le leşya bêt derhênrabêt wabû, beqeder zeřeyek sûrîy xwên le goştya dyar nebû, zerd zerd etut lîmoye, ewîş bexêrhatin kira û danîşt, dway ew yekêkî tir kułebne, hełeşe pelepelker hat, be ’ezmetêkî wişkewe danîşt, em syane hersêkyan hatin û bew řenge danîştin, cigere û qawe û emane xura û xurayewe.

le paşanda îşaretî xilwet kira û derga daxra, gewreke û ew syane û yekêk lewanî tir ke le pêş melakanewe hat û lay serûy girtibû (em kabraye wa dyar bû yan le hemû dîzeyekda eskiwê bêt û yaxud zor meḧremî gewreke bêt bełam beweda ke zor ehemîyetêkî ne’edraye lam waye bewşkî xoy xoy begewre danabû xizmayetîy legeł gewrekeda hebû boye besmêłêkî nextêk fişewe carcare beqaym yek dû qisey laperesengî ehawêşt) ewe her mayewe. kabray kułebne û gewrekeş her westabûn, ye’nî hemûyan şeş kes lewê manewe, minîş witim bizanîn çi řengêke, lem danîştineda çend xwênî naḧeq eřwa û bizanim min hîç řêgey derçûn û necat bo xom edozmewe. em car gewreke demî hełhênayewe, řûy kirde xełqeke witî: ebê bizanim çî ełên û çîtan pêye. lew sê kese, kurte bałakey ke le ewełewe hatbuwe jûrewe witî: ełêyn mesłeḧet bo to waye legeł turkida řêk bikewî û be’emir û qisey ewan hełsûřêyt, binêrî beşwên ewanda ke bên lêre danîşin, ewsa êre betewawetî bo to saẍ ebêtewe û şikłî ḧikûmet egrê, ewsa toş etwanî legeł ewan beramber bedujmin hemû şitêk bikeyt, ke ewan bûn bepşitîwanit cêge û mewqi’î to gewretir û meḧkem ebê, ke to legełyanda řêk kewtî û ewanit hênaye êre ewsa ewanîş mecbûr ebin leser to şeřîş biken û îşî çakîşt bo řêk bixen. wiłatekeşman betewawî bikewête řeḧetîyewe. ewîş witî axir qisekanî êwe zor baş û me’qûle minîş lelam başe bełam min heta êsta ẍeyrî qise nebê hîçî tirim lewan nedîwe, fe’alyatêkan nîye, ewan beçwar ’eskerî řeşuřût û birsîyewe hatûn her xerîkî řawwiřût û xełq řûtandinewen, ewan her pare ko ekenewe û xoyan ejênin, îşekanyan hîçî le ḧikûmet naçê. min beç şitêkî emane pişti’estûr bibim û çon legełyan řêk bikewm û emnîyetyan pê bikem. emca kabray řengizerd hełî daye witî: qurban eme to çî efermiwît, emeş new’e syasetêke ke ewan eyken, eme leber ecnebî û qisey duwařoje bem řenge heł’esûřên, egîna em ḧerekatane hemû be’emrî (enqere)ye, deqîqe bedeqîqe emir lewêwe wer’egirin, îstiqlal bê û îmtyaz bê û muxtarîyet bê, her ewan bîden bo hemûman mesłeḧete, eger bêt û legeł ewanda řêk nekewît ewe muḧeqeqe felaket beser xot û mîlleteket ehênît, eger bem qisaney min baweř nakeyt ewe qaqezî řesmî (destî kird bem baxeł û bew gîrfanya be’zêk qaqezî şiřî derhêna û seyrî kirdin û hînî em baxełî xiste ew gîrfanyewe û nextêk xoy xerîk kird, dwayîy destî da bedesta û benaxoşîyekewe witî: a wełła nemhênawe).

kułebnekey lay xwarû ke danîştibû bedengêkî nûsawewe kewte cułecuł witî: bê qezabît eme îşe to eykeyt, axir çendim ’erz kirdî le bîrit neçê, ewîş witî: desa çî bikem wa le bîrim çuwe xo êwe beçawî xotan dîwtane û xwêndûtanewe, ewanîş becûte wityan axir bo êstaş lazim bû ke emîş bîbînê, witî: qeyd nakat bełam bo carêkî tir her eyhênme xizmetî xoşî ke bîxwênêtewe, (anca kih ’yan çi ḧacit bih byanFarsî) eme mes’eleyekî aşkira û dyare beberçawewe hîç kaẍezîş nebêt, her eme řêgeyekî řast û řûnake, aya le nuqtey dyanet aya le syasetda, ya le her xisûsêkî tirewe ke bîxwênîtewe û bîgrê, leme zyatir çare nîye, pena û piştîwanî ême her turke û turk... bawik û bapîre gewreman her legeł ewanda bûn, xoşman her perwerdey dest û terbîyey ewanîn, gewremanin û saḧêbmanin. xelase ême legeł ewanda nebê najîn û îdare nakeyn, ewan îslam û ême îslam, aya beḧeseb dyanetewe we yaxud beḧeseb şitî tirewe bêt, her ewan çakin, qise hezare û duwanî bekare, ême û turkyan wituwe, egîna ême çon legeł ḧikûmetî îngilîzda heł’ekeyn, ewan le paş dû sê sał emanxene ser sacî ’elî, hemû çêwî swałman edene dest kes kes nanasêt, her kese bo xoy gewrey xoy ebê, gewre û biçûkî namînê, qedir û î’tibar le naw eçê, emřo em wiłate ke her cenabit enasin, ewsa kes her awřit lê nadatewe, to çît û min çîm, gewrekeş lem qisaney ke bedłî bû, zor mute’esîr bû, witî: řaste minîş bawiř ekem û ezanim ke waye û bo ême her eme çake û lewe çaktir û baştir çareyek nîye, bełam êsta ełên turk ew turke nemawe ke ême dîwmane, êsta ewan dexlyan beser dyanet û şerî’etewe nemawe, xelafetyan hełgirtuwe û xelîfeyan derkirduwe, herçî adab û aynî îslam heye hemûyan wergêřawe, şêx û melayan hemû derkirduwe, tekye û mizgewtyan daxsituwe, jin û pyaw pêkewe le çayxane û meyxane serbest heł’estin û da’enîşin, şebqeyan leser kirduwe, qur’anyan terceme kirduwe bo turkî, mes’eley tełaq û nîkaḧyan gořîwe. kewabû ferqî eman û ewan çîye, bigre ecnebîyeke çaktire. em car hersêkyan hełyandaye bepêkenînewe wityan: qurban hełbet toş bem piřupagendane baweřit kirduwe. em qisane ẍeyrî buxtan û diro nebê hîçî tir nîye, xo şukir cenabit dinyat dîwe û le syaset ezanî, eme gwaye bem qisane fikirî xełq le ḧeq turk egořn û têkî eden, egîna behemû şitêk te’mînit ekeyn ke em qisane hemûy îftiraye û bê esłe eger dîn û îslamîyet bê lay ewane, to çon ebê baweř bem qisane bifermiwît. îtir kabraş bem qisane hate ser barêkî tir, behaje û hûşey emane tewaw biřway kird witî: kewabû ba’ême yekêk binêrîn bo lay ewan ke muzakere û giftugoyan legełda bikat û qerarêkî qet’î û qewl û te’hedat tewaw werbigrê, řêge û damudezga bo ême dabnên benew’êkî wa ke bo ême çak bêt ewe bew core başe û minîş bem řenge zorim pê xoşe, herçende etirsim em careş bê fa’îde bê çunke eme serî çend careye ke pyaw enêrîn û bê fa’îdeye, em care ebê beřengêkî wa û yekêkî wa binêrîn ke bê netîce nemênêtewe. ewanîş wityan zaten meqsedî êmeyş eweye ke yekêkî têgeyştû řast û pak biçê û mwafqî metleb mes’eley bibřêtewe û cwabî qet’î bihênêtewe ba em carîş wekû caran nebêt.

êsta wa fiłan ḧazre (řûyan kirde kułebney denginûsaw) ewîş hestaye ser pêyan witî bełê min ḧazirim, efermûn le sibḧeynê zûtir nîye min eřom û herçonêk arezû eken û qerar eden eybiřmewe. duwanekey tirîş wityan zor başe lazme lem xisûsewe çî pêwîste ew şerayt û qewl û qerare binûsrête kaẍez û bibeyt legeł xot, gewrekeyş witî başe. řûy kirde kabray zerde witî to kaẍezêkî baş û dirêj binûse lem xisûsewe zor bedîqet û bîhêne min îmzay ekem, emîş ḧazir bêt heta dû řojî tir biřwat, xwa ḧafîzî bêt. le paşan gewreke řûy kirde kabray ke le ewelî meclîsewe hatbû lay serûy girtibû witî: to lem xisûsewe çî efermiwît ewîş witî: hew çonêk êwe latan başbêt ewa minîş lam başe. kułebne keçełekey lay xwarewe westabû, ewîş hełî daye witî: bexwa şit leme baştir nabê. îtir leser eme qerar dira û gewreke bedił û derûnêkî saf û bêgrêwe witî: le sibḧeynê zûtir nîye kaẍez binûsrê kabrayş sibḧeynê bexêr biřwa. îtir ewan beřûyekî pêkenînawî û diłêkî xoşewe hestan řoyştin, mayewe gewreke û kabray le eweł meclîsewe hatbû legeł kułebney keçełeke, em car gewreke witî: êsta wa başe bizanîn em care îş çon ebê, kabray kułebney keçełe witî qurban serî to xoş bêt baş ebê û ebê baş bêt, kabray tirîş witî: umêd waye her baş ebê, le paşan gewreke kułebnekey bang kirde pêşewe behêwaşîyekewe pêy wit: to êsta biço ew pyawane ḧazir bike, meyele kes pê bizanêt, le małî xotan dayan binê, temyeyan bike ke neyełn kes pê bizanê û xot legeł fiłanda tertîbatyan bo dabnên hetacêbecê ebin. îtir çunke nextêk beçirpe qiseyan ekird, hemû qisekanyanim gwê lê nebû. dwayî kułebneke witî: qurban serî to xoş bê herçonêk emir û arezûy to bêt wa cêbecê ebêt, îtir řoyşit bo derewe.