nexoş û mestî dû çawî kałim

Li pirtûka:
Dîwanî Wefayî
Berhema:
Wefayî (1844-1902)
 1 Xulek  2345 Dîtin
nexoş û mestî dû çawî kałim
ḧeqim be deste eger binałim
be ẍemzey çawit be xendey zarit
birdyan be ẍaret xew û xeyałim
fermût: çilonî? çi biłêm ’ezîzim?
dûr le zulfî to - kafir be ḧałim
be yadî çawit çûme xerabat
le řehnî mey dan xerqe û bermałim
min murẍî qudsî le lamekan bûm
îlahî řuḧmê şiksite bałim
şewêke tarîk, řêyêke barîk
her be umêdî çiray cemałim
be tîrî nazit biřawe cergim
bo çawî bazit nemawe ḧałim
wek min be çawit yexsîrî zulfim
kes wa negîrê be dawî załim!
xoş bew demane guł guł depşikût
şekir debarî pirsî le ḧałim
seba dexîlim her takû mawim
biłê be zarî, be řû be xałim
demêkî babê deway diłim ka
be çawekanî gelê bê ḧałim
wefayîNasnava edebî çî dît leser bigêřê?
nema leser to ne ser ne małim