guł le řûy tuřřeyî to nefḧeyî yek mûyî nîye

Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
 1 Xulek  466 Dîtin
guł le řûy tuřřeyî to nefḧeyî yek mûyî nîye
řeng û řûy toy heye, wek to nemekî řûyî nîye
wesme ta cewherî pê dawe be qesdî serî min
tîẍî celladî qeza buřřişî ebrûyî nîye
dił le bêşey tenma mate letaw dîdeyî to
şêrî piř sewletî min taqetî ahûyî nîye
le kemałaye cemalî mehî dûhefte, bełê
řûy wekû řûte, welê naqîse, gêsûyî nîye!
kaşkî ladebra ḧaylî beynî min û to
bexte em kare bika, quwetî bazûyî nîye!
xot metorêne le tu’mey diłî řencîdeyî min
ba nełên: bazî nezer řeẍbetî teyhûyî nîye
her beser baẍî cemalaye, ḧewałey nezerim
xaneyî dîdeyî min ẍurfeyî dûřûyî nîye
ba be şêwey řuxî to ḧûrî cînan řû derxa
wekû to mûyî myan ta be myan mûyî nîye!!
nîsbetî qametî to ...Teksta ne aşkira bideme serwî çemen
řaste mewzûne, welê newberî lîmûyî nîye!
le gułî zexmî cefa boyî fereḧ dête demaẍ
gułşenî wek diłî «salimNasnava edebî» gułî xoşbûyî nîye