karîye derdim le diłda, dad, hey bêdadî

Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
 1 Xulek  719 Dîtin
karîye derdim le diłda, dad, hey bêdadî
kwa ḧekîmî nebzî min, feryad! hey feryadî
xaremûyêke lejêr gurzî ẍema, ey dił! ’eceb
sextiřûyî ta be key, fûlad! hey fûladî
tîşneleb ba bes tełeb kem awî tîẍit, hełse sa
řûbeřû gerdinkeçim, cellad! hey celladî
coybarî dê be goşey çawma, eşkî řewan
cayî esłîy toye, bê, şimşad! hey şimşadî
çunke ahûy dił le ke’bey řûyî to perwerdeye
lêy mede tîrî nîgeh, seyyad! hey seyyadî
«salimNasnava edebî»t xiste musîbet, ey diłî řîswa! bese
fîtnecoyî ta be key, îfsad! hey îfsadî