le te’sîrî ’uzarî, yarî min gułgûne, řengîne

Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
 1 Xulek  375 Dîtin
le te’sîrî ’uzarî, yarî min gułgûne, řengîne
be ḧusin û xułqî ew, řûy serzemîn piř zêb û ayîne
le şewqî le’lî toye eşkî ałim dête řûy damen
yekayek řewneqî qetrey, hemû lew řenge řengîne
ezel kohî ẍeme cêgem, newek balînî asayş
le şehdim çî, be cuz tełxî, le diłma şorî şîrîne!
řux û řoj û lîbas û eşk û dîde û dił le hîcranit
syah û eḧmer û esẍer, sifîd û derhem û şîne!
le wadîy germî hîcirtida be coş dê ḧesretî giryem
siruşkî şorî dîdem, awekey lay pirdî «narînNava taybet»e
lepêş teşrîfî qabîz, can debê me’mûrî fermanit
nîgahî zehir’alûdit be emrî dîde te’îyne
xudaya! ba lepaş cewr û cefa, wextî tereḧḧum bê
le sîney salimNasnava edebîa xarî cefa wek zerbî zopîne