were saqî! be zerdeştî xewarîq taze binwêne

Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
 1 Xulek  770 Dîtin
were saqî! be zerdeştî xewarîq taze binwêne
le awî xuşk û safa, agirî teř, şu’le derbêne
eger kafir neba sucdet le şu’ley narî piřqînit
be zîndû yek be yek wek mîlletî hîndû bisûtêne
le dewrî narî řû, zułifit mecûsanî serefgenden
le tabî berqî mey ew kafrane cumle hełsêne
’ezîzî zîrdestî wa be xełwet terbyet dekirê
le meclîsda, be meḧzî serkeşî, bes tuřře bişkêne
be qewlit nefsî emmarem, diła! bo tuřře demkêşê
ke min meẍlûbî emmarem, be em marem metirsêne
beharî diłguşa wek ḧusnî to nayête řûy dunya
heway baẍî beheştit ger heye, biřwane ayîne!
gewahe eşkî alûdem beser řuxsareyî zerda
letaw endûhî hîcranit, diłî salimNasnava edebî hemûy xwêne