min le espî boz epirsim: boçî e’zat kemřege

Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
 1 Xulek  367 Dîtin
min le espî boz epirsim: boçî e’zat kemřege
ew be ax û dax ełê: daxî ’ezîz aẍay sege
çawim bê nûre, destim topałe, bermem koneřêş
serbeser e’zam le birsa têk çuwe, řanim şege
tûrekey piř êsْkim kirde serî, ew pêy witim:
espî seg ba pêşexor bê, co le ber espî bege
ba wicûdî bê cilî û bê kaw û coyî, da’îma
dête ser piştî, demirqênê wekû biznî tege
kewtime kend û têk şikam û kwêr û şel bûm, êsteke
seg be bin gwêma dełê: zû bimre, namerdî meke
seg temay laqî ekat û seg swarî piştîye
bozî seg çon derpeřê, ya řeb, ledest em dû sege
boz le deştî şarezûra hênde bê tîn û leře
xał swarî gerdinî bê, wek segî ser dîrege
boz ełê: mîrim, xuda ’umirit dirêj ka, tû xuda
aługořim ke, necatim bê ledest em dû sege