giryeyî daym le eşka çawî kirdime belbele

Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
 1 Xulek  419 Dîtin
giryeyî daym le eşka çawî kirdime belbele
dił le nałînî fîraqit, muttesîl, wek bulbule
meylî geştî gułsْtan û damenî seḧram nîye
damenim her sûr le eşkî ałî dîdem guł gułe
wek semender kewte ateş, taqe xałî lewḧî řûy
bo mîzacî dił, le tîjîda, mîsalî filfile
ger bebê gêsûyî aşuftet mekanim bê, îrem
pêç û tabî xatirim zyatir le pêçî sunbule!
saḧêbî ẍedir û fisûne, maderî mekkarî dehir
«bi’d az aynFarsî» nabê be ferzendêkî wek to ḧamîle
şîne ya şadî le kulbey sîneta, «salimNasnava edebî»! biłê
dête gwêm daym be řoj û şew nefîr û ẍulẍule