le ḧusnî diłberan, gerçî «senenduc» gułistanêke
Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
1 Xulek
573 Dîtin
le ḧusnî diłberan, gerçî «senenduc» gułistanêke
bebê diłber le berçawim çi wêranemekanêke?!
seba wek peykî şîrîndew xeber ke şehsewarî min
le dûrîy tîrî bałay, qametim konekemanêke!
musexxer bû cîhan, yekser, le sîḧrî ’îşweyî çawî
be kêşî xoy le şoxîda, ewîş saḧêbqiřanêke
cewabî damewe diłber: le şer’a kewte ser şahîd
zemanî boseye bo min, lebî le’lî zemanêke
qyasî qeddî barîkî legeł mujganî mor nakem
lelay erbabî hoş û me’rîfet, sîřřî nîhanêke
wekû tê defkirim em zułme napirsin, biła mat bim
le şu’ley pertewî dûheftemahî, dił ketanêke
le dił peykanî kul nabê, ’eceb sîḧrêke bo tîjî
le pehlûy sef mujey bo yektirî her yek fesanêke
le wextî aştîy ewda cîhan fîrdewsî e’laye
le ḧînî xeşmîya bo ’aşiqî axirzemanêke
sizay xoy dî qełem «salimNasnava edebî!», etoyş ser damenê wek ew
zemane tîẍe, ẍem mîqte’, çi teqrîr û beyanêke?!