çake ḧefta ḧucre bê daym lenaw xaney memû

dir wisif mamwî sinnidicî
Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
 2 Xulek  474 Dîtin
çake ḧefta ḧucre bê daym lenaw xaney memû:
çaweyêkî bo nişîmen, şest û noy bo çałî gû!
nefxî řûdey piřpifî, ger dabda bo meq’edî
seddî ba nabê, eger têy axnê pêçî kilû
ger le řûya tiř mucessem bê be murẍî tîzbal
bo giriftî her yeke dawêke, řîşî mû be mû
jê sîfet řûde le çerxe, şîşekî wa dête xul
řenge çep çep ger kilû bixiwa, berê kul kul dezû
hełmî feswey nayêłê serma le endamî bida
tayî tummanî le qewsa germe, wek kewłî petû!
ta bînay bunyey leser gû bê, eger bigrê le ser,
namjê dem cuz ’ufûnet, cezbî piřzorî zelû
řaste ger me’mûre mabe’dî be xeylê feswe, sa
bo seḧergeh dê le awazî tiřî, dengî pepû?!
gahî nefxî, nok eger bixiwa, be şertê bîmî bê,
asman bînê, le ḧukmî gulleda dekujê hełû!
ger serî bênête cêy pêy, pê berê bo cêy serî
şîşekî custen deka deh gez leser uştirgelû
zirteyê beḧrî zigî sed gomî dî, ta kewte bêx
key edeb degrê le men’a, bû be mîçî awesû
wa lepiř lêy da, be carê seqfî xaney kirde toz
wek lejêr agir bitoqê, gahî birjanî beřû
sîḧrî feswey şew le cêda doşekî bay bo deka
wek zyad bê pêçî betnî, bayî ew ba bê be qû
wa le hełmî germî dîzey ew, řutûbet kewte mał
ta be řewzen seqif û dîwarî hełîhêna keřû!
darûyî bêhoşîye boy gend le meẍzî merdûma
yek nefes lada le meclîsda, eger derkî qutû
derkî xîgey ba ke berda, duzdî xew şew ta be řoj
dengî deřwa kû be kû, wek bołebołî kundebû!
boy hełałî fesweyî emřoy lepaş deh řojî tir
bogenî her dê be lûta, ’etrî guł ken ger be bû
her be quwey awî îmaley ewê quwet deken
şełẍem û tirp û pyaz û siłq û bîbar û kedû
hat le řîşî mudde’îy da, bay muxalîf dernehat
řûbeřûy duşmin le ẍewẍada, demançe derneçû!
çunke wextî qurmîşî semtûrî pes, bes tûlî da
şerḧ û keşşafî hîca, boyê be salimNasnava edebî tey nebû