her yekêke xudayî ḧeq nek dû

Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
 3 Xulek  1190 Dîtin
yarî saḧîrnejadî sîlsîlemû
diłî birdim be dîdeyî cadû
diłî řewşen mekanî leylaye
mun’ekîs bû myanî ayîneřû
be’dezîn karî min be zunnare
dînî birdim nîgahî tersaxû
hełse ey dił biçîne lay mecnûn
řişteyî ’aqłî ledes derçû
diłî pêka be ’îşwe tîrî muje
turki’endêşeyî keman’ebrû
keremî kird syahî û mestî
nêrgisî ew be dîdeyî ahû
bad eger řêy nîye be tuřřeyî yar
bo demaẍim be bo mu’etter bû
mestîy min werayî yarane
saqya xim bidih bih cay sibuFarsî
giřî best dił be şew le neş’ey řam
hatûçom bû le mestîya her sû
şehpeřî da le dił xerûsî seḧer
day ẍubarî kudûretim cařû
çuwe ser şaxî guł witî bulbul:
her ke zanî le dawî şew berbû
her yekêke xudayî ḧeq nek dû
wiḧdihu la alٰh alّa huErebî
baz dił bêqerar û şeydaye
şîftey zułf û xałî leylaye
bê řewanim eger neda bûse
lebî diłber meger mesîḧaye?
her semer dił hewa dekat destikewt
wesłî diłber dirextî tûbaye
ey seba la de mû leser çîhre
mergî ’aşiq şewanî yeldaye
ḧesreta dił le fîkirî gêsûda
wekû sen’an be dînî tersaye
sał û meh bo sebûḧîy řendan
derî meyxane subḧidem waye
çûme meyxane subḧidem bo seyr
dîm lewêşa xuroş û ẍewẍaye
hate gwêm kafrê be girye witî:
karî herkes be ferdî yektaye
her yekêke xudayî ḧeq nek dû
wiḧdihu la alٰh alّa huErebî
zułfî to mû be mû xerîkî xeme
diłî min tû be tû ẍerîqî ẍeme
saẍerî to le bade daym piř
xatrî min hemîşe piř eleme
qet be ummêdî merḧemet nabim
le teref towe qîsmetim siteme
bû be xwên cerg û dił le tîrî mujet
řengî eşkim le dîde wek beqeme
eşkî nuqrem řijande damenî yar
danezanê ḧerîfî bê direme
bê kesane mexo diła mîḧnet
nîye řêget egerçî lew ḧereme
kesî bêkes kesêke bo her kes
menbe’î cûd û me’denî kereme
her yekêke xudayî ḧeq nek dû
wiḧdihu la alٰh alّa huErebî
ẍem wekû kûh û ten ze’îf û nezar
dił yekê, ẍa’îley zemane hezar
lebî bestim le giftugo diłber
ta nekem derdî dił be kes îzhar
ẍeyrî diłber ke meḧremî řaze
nakesim ger be kes biłêm esrar
řişteyî me’rîfet le des derçû
’are bo min řefaqetî eẍyar
ey xîred to xwa ledił derço
dił nemawe le fîrqetî diłdar
be ḧeqîqet cîhanî bê bunyad
nîyetî bo kesê subat û qerar
meke zahîd minî be şewqî zemîr
her eto nîy be sîřřî ḧeq hoşyar
wa le serbanî butkede řahîb
em kelame dełê be nałey zar:
her yekêke xudayî ḧeq nek dû
wiḧdihu la alٰh alّa huErebî