şerḧî eş’arî min êstake le bałaye hemû

Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
 1 Xulek  578 Dîtin
şerḧî eş’arî min êstake le bałaye hemû
çunke bew nîsbete hestawe, çi bałaye hemû
derdî gêsûte ke sergeşte be dewra degeřêm
mûyî ta mûyî le serma hem û sewdaye hemû
’îşq eger xeyme bida, meşrîq û meẍrîb keme boy
le diłî tengî min ew xeymeye berpaye hemû!
mîhrî zeřřey dehenit dawye be qelbim pertew
herçî endamme wek zeřře le řeqsaye hemû
be seday giryewe bê, sem’î qubûłit, bikře
eşkî alûdeyî min, lu’lu’î lalaye hemû
herçî ’umirim heye bê to sekeratîyî mewte
herçî řojim heye bê to şewî yeldaye hemû
řeng û boy da be řuxt ah û siruşkim, arê
bad û baranî beharî çemen’araye hemû!
cuz nebatî lebî to, sazşî teb’im nîye hîç
qendî mîsrî le demim tełxîyî sefraye hemû
ke ḧekîm ḧazîqe, «salimNasnava edebî» meke îzharî merez
xoy besîrêke ke bem ’aleme bînaye hemû