dił lenaw çahî zenexta, qed be min nayê bîrûn

Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
 1 Xulek  435 Dîtin
dił lenaw çahî zenexta, qed be min nayê bîrûn
ḧebis û zîndanî nîye wek to çi kafir, seringûn!
wa diłî hêname coşiş, cunbuşî gêsûyî to
of xuda! dîsan seba bizwandî zencîrî cunûn
bextî le’lî lêwî to bestî dû destî metłebim
min be ew tîşney mekîn, ew tîşneye bo min be xûn
pêy dełêm: ’aşiqikuşî ta key, dekey nermî? dełê:
ba bipoşê, ayney gerdûn le ’eksa, bergî xûn!
neqdî canim, nirxî yek îma tełeb key, ḧazre!
bo meta’î wa kesê naka le bey’a çenduçûn
kê bida ẍeyrî xuda samanî şêwawî weha:
dest tehî, hîmmet bułend, metłeb qewî, talî’ zebûn!
řenge nasîḧ! terkî men’î salimNasnava edebîy bê çare key,
ger biłêm carê be gwêta, řemzî esrarî derûn!