’ehdî em çawane, merdûm tuhmetî bêca deken

Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
 1 Xulek  431 Dîtin
’ehdî em çawane, merdûm tuhmetî bêca deken
fîtne û şořş ke řû da, ḧemlî ser dunya deken
bo nîşaney qelbî dił, řesmî qeceryan girtuwe
çawekanit, wa be qîrqaçî nîgeh dawa eken
diłberan ’eynî meḧebbetyan cefaye bo řefîq
zehrî penhanî le xwanî amêtey ḧełwa deken
şêftey řûte meger zułfî syaşt, çîn be çîn
wek serî ’aşiq, le her sû, serqedem bo pa deken
bo cefay «salimNasnava edebî» ’ecayeb muşterîn yar û felek
řahî şadî sedid û derwazeyî esef wa deken